Ji Konseya Ewropayê hişyariya 'Abdullah Ocalan': Divê gav bê avêtin

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryara 'binpêkirinê' ya DMME'yê ku têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû nirxand û xwest, ji bo bi cih bê anîn tavilê tedbîrên pêwîst bêne wergirtin û gavên şênber bêne avêtin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18'ê Adara 2014'an de biryar dabû ku mehkûmkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî bêyî mafê xwe yê berdana bi şert hebe (Mafê hêviyê), li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. DMME'yê ji Tirkiyeyê xwest, vê yekê sererast bike. DMME'yê têkildarî Hayatî Kaytan, Emîn Gûrban û Civan Boltan jî biryarên bi heman rengî dabû. Lê belê tevî ku 10 sal di ser re derbas bûne jî Tirkiyeyê ji bo bicihanîna biryarê gaveke şênber neavêtiye.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo bicihanîna biryara DMME'yê di 9'ê Tebaxa 2022'an de serî li Komîteya Wezîran da. Tirkiyeyê di bersiva xwe ya ji bo serlêdanê de îdîa kir û got, "Hikumxwarên bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî hatine cezakirin dikarin bi şert bêne berdan, lê belê weke îstîsna hin sûc li derveyî vê yekê ye."

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) di civîna xwe ya navbera 17-19'ê Îlonê de biryara binpêkirinê ya DMME'yê piştî 3 salan careke din xiste rojeva xwe.

Nûnerên komîteyê bi sernavê "Koma Gûrban/Tirkiye" biryara binpêkirinê xistin rojeva xwe. Nûnerên komîteyê biryarên binpêkirinê yên DMME'yê têkildarî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî bi bîr xistin. Nûner bi rengekî sergirtî bal kişand ser 'dervehiştina' hin kesayetan 'Abdullah Ocalan jî di nav de' ya li derveyî biryara binpêkirinê. Di biryarê de nûneran gotin, "(...) tespîta binpêkirineke weke hêviya ji bo berdana serlêdêran a di demeke nêz de nayê fêhmkirin, lê belê divê meqamên neteweyî di çarçoveya pîvanên ji aliyê Dadgehê ve hatine diyarikrin, mekanîzmayeke lêkolînê ji bo herkesî ava bike."

DI HEWLDANÊN SERERASTKIRINA BINPÊKIRINÊ DE KÊMASÎ HEYE

Komîteyê di çarçoveya tedbîrên giştî de ev yek bi bîr xist: "Pêşnûme qanûnek ku ji aliyê parlamenterekî ve ji bo rakirina cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî hate pêşkêşkirin, li rojeva Meclîsê nehate bicihkirin. Du pêşnûme qanûnên ji aliyê sê parlamenteran ve hatin pêşkêşkirin û tê de tê xwestin, qanûna bernedana bi şert a cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî bê rakirin, hîn jî li Komîsyona Edaletê tê rawestandin. Saziyên Civakî yên Sivîl diyar kirin ku ev pêşniyar nîşan didin ku di sererastkirina binpêkirinên di van dozan de hatine tespîtkirin di hewldana rayedaran de kêmasî hene."

ANALÎZA BI RENGÊ MADEYAN

Sekreterya komîteyê weke encamê analîzek kir û di beşa "Têkildarî tedbîrên giştî" de di sernavê jêrîn ê "Mekanîzmaya jinûve nirxandina cezayê girtîgehê Yê heta bi hetayê yê nayê daxistin" de ev xal hatin destnîşankirin:

"(...) Çarçoveya qanûnî ya heyî derfetên wê yên dide ku ji bilî kesên ji ber sûcên li dijî dewletê yên di bin sîwana rêxistineke terorê de kirine hatine cezakirin, her kesên ku bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî hatine cezakirin piştî 30 salan cezayên wan dikarin jinûve bêne nirxandin û bi şert bêne berdan. Ji ber vê yekê, ji bo girtina valahiya qanûnî ya ku Dadgehê weke cezayekî biçûkxistinê yan jî li derveyî mirovahiyê tespît kiriye, pêwîstiyê bi wê yekê dibîne ku ji bo mekanîzmayeke welê bê avakirin ku ji bo her kesên cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatiye birîn di ber çavan re derbas bike, divê guhertineke qanûnî yan jî tedbîreke din a guncaw bê wergirtin.

- Di vê çarçoveyê de xala 46'an wî mafî dide dewletê ku rêbaza ahengiya bi biryarên dadgehê re hilbijêre û dadgeh diyar dike ku dewlet di mijarên edaleta ceza û cezakirinê de xwedî erk e, divê bê destnîşankrin ku ev rewş bandorê li pêkanînên cuda yên dewletên endam dike, bi taybetî mewcûdiyeta kontrola rêveberiyê yan jî dadgeriyê, yan jî ji bo jinûve nirxandina cezayên girtîgehê yên bi vî rengî, meyla li hiqûqa navneteweyî weke ku dadgehê jî diyar kir, bi wî rengî ye ku mekanîzmayên ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê herî kêm piştî 25 salan di ber çavan re derbas bikin. Rayedar dikarin bifikirin ku sûdê ji tedbîrên dewletên din ên endamên Konseya Ewropayê werbigirin.

- Komîte fikara xwe tîne ziman ku li gel biryarên beriya niha, ji bo çareserkirina binpêkirina di biryarên beriya niha de hatin tespîtkirin hîn gavek nehatiye avêtin. Ji ber vê yekê komîte rayedaran teşwîq dike ku ji tecrûbeyên dewletên din ên endam ên mekanîzmayên bi vî rengî ava kirine sûdê werbigirin, ji bo avakirina mekanîzmayeke lêkolînê ya li gorî Peymanê guhertinên qanûnî yên pêwîst bêyî hîn bêhtir dereng bikevin qebûl bikin.

- Komîte her wiha dikare rayedaran teşwîq bike ku Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan a nû û çarçoveya Belgeya Stratejiyê ya Reformê ya Dadgeriyê, çarçoveya qanûnî ya pêwendîdar di ber çavan re derbas bikin û daneyên di van komên dozê de li ber çavan bigirin û bi vî rengî berfireh bikin.

- Weke ku di biryarên dadgehê û analîza Sekreteryayê ya sala 2021'ê de hate destnîşankirin, jinûve nirxandina rewşê ya ji bo berdana bi şert, daxwaza vê yekê, dayina firsenda bi ûsûlî nayê wê wateyê ku divê biryara berdanê bi rengekî otomatîk bê dayin.

PÊŞNÛMEYA BIRYARÊ YA NAVBERÊ

Têkildarî amadekirina biryareke navberê ya pêşnûmeya jinûve nirxandinê jî pêşniyar bi vî rengî ye:

"Dema ku kêmasiya di mijarên koma hatiye nîqaşkirin û kêmasiya pêşketina di agahiyên heyî de li ber çavan were wergirtin, eger heta wê demê agahiyeke şênber a ku ji bo nirxandineke erênî derfetan dide bê pêşkêşkirin, Komîte dikare fermanê bide Sekreteryayê ku herî dereng heta Îlona 2025'an ji bo di civînê de bê nirxandin pêşnûme biryareke navberê amade bike."