Li Fasê bêhtirî 150 kes ji ber teşwîqkirina koçberiyê tên darizandin

Sîstema edaletê ya Fasê, ji ber teşwîqkirina koçberiyê ya bêserûber bêhtirî 150 kesan didarizîne. Ev darizandin jî piştî hewla koçberiyek mezin a ber bi herêma Ceuta ya Spanyayê pêk hat.

Berdevkê Hikûmetê Mustapha Baîtas, roja Pêncşemê daxuyanî da û diyar kir ku roja Yekşemê nêzî 3 hezar kesî li ser bangên di medyaya civakî de hewl dane derbasî herêma Ceutayê bibin.

Baîtas, di civîna çapemeniyê de got, “Li ser bangên di medyaya civakî de ku ji aliyê biyaniyan ve tê kirin, hin ciwanan teşwîqî koçberiyê tên kirin” û vê rewşê rexne kir.

Berdevkê hikûmetê, her wiha diyar kir ku di çerçoveya têkoşîna li dijî koçberiya bêserûber de, 152 kes derxistine pêşberî dadgeriyê û hemû hewldanên derbasbûna ji sînor hatine astengkirin.

Roja bûyerê bi sedan koçberên ku piraniya wan Fas bûn, bi hêviya ku xwe bigihînin Spanyayê hewl dan li herêma Fnîdeqê ji têlên bi stirî derbas bibin. Hêzên ewlekariyê bi bombeyên gazê yên rondikrêj mudaxele li herêmê kirin. 

Di meha Tebaxê de rayedarên Fasê ragihandibûn ku wan zêdeyî 11 hezar 300 hewldanên koçberiyê asteng kirine. Di nava heşt mehan de nêzî 22 hezar koçber xwe gihandine Giravên Kanaryayê.

CIWAN BÊKAR IN

Li Fasê beşek mezin a ji nifûsa ciwanan pêk tê, bêkar e. Li gorî hejmarên fermî, ji çar yek ji ciwanên ku di temenê 15-24’an de ne, ji perwerdehî û kar bêpar mane. Ev yek tenê sedeme ku ciwan serî li rêyên koçberiyê bidin.