ROJANE
Hemû Nûçe
-
ÎSÎG: 12 salên dawî herî kêm 2.728 ciwan li ser kar jiyana xwe ji dest dan
Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) rapora xwe ya li ser 'Mirina li ser kar' a sala 2013'an û çar mehên destpêkê yên sala 2025'an weşand. -
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi Babacan re rûniştin
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan bi Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan re hevdîtin kirin. -
ROJEVA 19'Ê GULANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Ji girtiyên PKK û PAJK’ê ji bo Kaytan û Altûn peyam
Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê bi peyamek nivîskî, ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi bîr anîn û gotin: “Em ê xwedî li mîrate û kevneşopiya rêxistinbûnê ya wan derkevin û têkoşînê bigihînin serkeftinê.” -
Ji Rêber Apo peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye
Rêber Apo: “Pêdivî bi peymaneke nû ya li ser bingeha xwişk-biratiyê heye. Tişta ku me kiriye, guhertineke mezin a paradîgmayê ye. Wesfa têkiliyên Tirk-Kurdan pir cuda ne, tişta xera bûyî jî têkiliya xwişk-biratiyê ye.” -
Bahçelî ji bo nexşerêyê bang kir: Bila komîsyonekî 100 kesî were avakirin
Devlet Bahçelî piştî biryarên kongreya PKK’ê bi beşdara partiyên li Meclîsê banga avakirina “Komîsyona Yekîtî Piştevaniya Neteweyî” kir. -
Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî bi Rêber Apo re hevdîtinê kirin, vegeriyan. -
Birayê Denîz Poyraz Suleyman Poyraz piştî 14 salan hate berdan
Birayê Denîz Poyraz ku 2021'ê li Îzmîrê di êrîşa li ser avahiya HDP'ê de şehîd bû, Suleyman Poyraz piştî 14 salan hate berdan. -
Li Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê daxwaza 'mafên Kurdan bên naskirin'
Şaxa ÎHD’ê ya Amedê 18’emîn Lijneya Giştî ya Asayî li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê lidar xist. -
Heyeta DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo dîtina Rêber Apo ber bi Îmraliyê ve bi rê ket. -
Li Çanakkaleyê erd hejiya
Li Çanakkaleyê vê sibehê bi mezinahiya 4.4 pileyî erd hejiya. -
DEM Partî: Berpirsyariya me ya ji bo şehîdan mezin e
DEM Partiyê şoreşger, sosyalîst û welatparêzên di têkoşîna azadî, wekhevî û demokrasiyê de şehîd bûn bi bîr anî û got, "Bi taybetî berpirsyariya me ya li pêşberî şehîdên me yên meha Gulanê mezine." -
HBDH: Altûn û Kaytan şehîdên tevgera me ya şoreşê ya yekbûyî ne
Komîteya Rêveber a HBDH'ê: Hevrê Alî Haydar Kaytan (Fûat) û Riza Altûn bi keda li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nirxên mezin afirandin. Ev hevrê di heman demê de şehîdên tevgera me ya şoreşê ya yekbûyî ne. -
Altûn û Kaytan li Londonê hatin bîranîn
Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Londonê bi merasîmeke girseyî hatin bîranîn. Ji bo bersiva li bîranîna wan jî hate destnîşankirin ku wê têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin. -
Cejna Zimanê Kurdî li Baselê bi coş hate pîrozkirin
15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li bajarê Basel ê Swîsreyê bi coş hate pîrozkirin. Di alakiyê de işaret bi berxwedana li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û qedexeyên li ser zimanê Kurdî hate kirin. -
ROJEVA 18'Ê GULANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Bîranînên ji bo Kaytan û Altûn dewam dikin
Di bîranînên ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de wiha hate gotin, “Ew xwe birêxistin kirin, gelê xwe birêxistin kirin û rêxistinbûnekî ava kirin. Tişta ku dikeve ser milê me jî ew e ku vê heqîqetê rast fêm bikin û jiyanî bikin.” -
Karasû: Ji bo hevrê Fûat fikrê hevpar girîng bû
Mûstafa Karasû, diyar kir ku ti carî Kaytan tevî ku bêhtir hilberîn dikir jî helwestek ku dixwaze ‘li pêş be’ raber nekiriye û got ku fikrên xwe weke fikreke hevpar a hevrêyên xwe nîşan da. -
MKP’ê sersaxî ji netewe û tevgera Kurd re xwest
Partiya Komunîst a Maoist (MKP) ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku şehadeta wan hat ragihandin, sersaxî ji netewe û tevgera Kurd re xwest. -
Li Dersimê ji bo Kaytan û Altûn merasîmeke bi heybet
Li Dersimê beriya meşa ku ji bo bîranîna kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hatî kirin, dorpêça li ser Qada Seyîd Riza di encama berxwedanê de hate rakirin û bi hezaran kes ber bi qadê ve meşiyan. -
Li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bi çalakiyên li Stenbol û Enqereyê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. -
Xizmên windayan li 4 bajaran bang kirin
Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê çalakî lidar xistin û aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin, pirsîn. -
Çalakiya Dayikên Şemiyê: Daxwazên ji bo aştiyê divê bên pêşwazîkirin
Di çalakiya Dayikên Şemiyê de Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bang kir ku ji bo aştiyê divê daxwaz bên pêşwazîkirin. -
Cemîl Bayik: Em manîfestoya duyemîn pêş dixin
Cemîl Bayik got, “Tevgera Apoyî her tim mîna avê diherike” û ragihand ku ew li ser esasê çareseriya pirsgirêkên azadî û demokrasiyê yên gelen Rojhilata Navîn û mirovahiyê, ‘manifestoya duyemîn’ pêş dixin. -
Yagmûr Yûrtsever: Bila dewlet û hikûmet berpirsyarî bigire ser xwe
Ji Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye Yagmûr Yûrtsever got, ji bo biryara PKK’ê bikeve meriyete divê dewlet û hikûmet berpirsyarî bigire ser xwe.