ROJANE
Hemû Nûçe
-
Leşkerên Tirk ên dagirker li Başûr bi ser gund de girtin
Piştî ku leşkerên artêşa Tirk li devera Metîna û Amêdiyê, nuqteyên kontrolê danîn, nasname ji welatiyan xwestin, bi darê zorê gund vala kirin û gefa valakirina gundên din li welatiyan dikin. -
RJAK’ê şehîd Zîlan bi bîr anî
Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK), Zeyneb Kinacî (Zîlan) di 28’emîn salvegera wê de bi bîr anî. -
MAK: Roj roja berxwedan û bersivdayîna bi Zîlanwarî ye
MAK'ê got, “Îro roja berxwedan û bersivdayîna Zîlanwarî ya li dijî dagirker û xayinan e. Em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku bi pêşxistina xeta çalakiya bê hempa li dijî dijmin şer bikin." -
Bertek nîşanî êşkenceya li dijî cenazeyê Şefîk Esen hat dayîn
47 saziyên sivîl û civakî, nêzîkatî û bêhurmetiya li dijî cenazeye girtiyê nexweş Şefîk Esen şermezar kirin û gotin: "Ev helwest, rûmeta miriyan dixe bin piyan.” -
Şêx Seîd hat bibîranîn: Roja zilm û berxwedanê ye
Li Şirnexê û navçeya Xinûsê ya Erziromê, Şêx Seîd û hevalên wî hatin bibîranîn û wiha hate gotin, “Îro roja zilm û berxwedanê ye. Têkoşîna me ya li dijî faşîzm û tecrîdê wê dewam bike.” -
‘Jiyana girtiyên nexweş di metirsiyê de ye’
Hat destnîşankirin ku jiyana girtiyên nexweş Mehmet Edîp Taşar, Îbrahîm Tekîn û Firat Nebîoglû di bin metirsiyê de ye. -
Dayikên Şemiyê aqûbeta Ateş pirsîn
Dayikên Şemiyê di hefteya 1005’an a çalakiya xwe de, aqûbeta Abdulvahap Ateş pirsîn. -
Şêx Seîd û hevalên wî hatin bîranîn
Şêx Seîd û hevalên wî di salvegera şehadeta xwe de hatin bîranîn. -
Ji bo Yuce, Ay û Baysal ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin ba hev
Xizmên Windayan û endamên ÎHD’ê ji bo Ramazan Yuce, Aydin Ay û Mehmet Siddik Baysal ên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin ba hev. -
Milîsên HBDH’ê çalakiya sabotajê lidar xist
Milîsên Ezîz Gabar ên HBDH’ê li Aydinê li dijî depoya febrîqeyekê çalakiya sabotajê lidar xist. -
‘Eger deriyê Îmraliyê vebe, wê rêya aştiyê jî vebe’
Emîne Al diyar kir ku ev 3 meh in girtî çalakiya xwe didomînin û got: “Eger deriyê Îmraliyê vebe, wê rêya aştiyê jî vebe.” -
Karayilan: Dewleta Tirk ne dagirkeriyê, polîtîkaya îlhakê dimeşîne
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku Tirkiye li Başûrê Kurdistanê ne dagirkeriyê, polîtîkaya îlhakê dimeşîne û li dijî vê yekê gerîla şerekî mezin dide. -
ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Nobeta li dijî desteserkirina vînê: Em dest ji vîna xwe bernadin
Nobeta li Stenbolê ya li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê di roja 21’an de ye û peyama: “Em ê dest ji vîna xwe bernedin. Heta em mafên xwe bi dest bixin em ê li her derê li ber xwe bidin” hat dayîn. -
Çalakiyên ‘Tecrîdê bi dawî bikin’: Tecrîd sûc e
Di çalakiyên li Wan, Mêrsîn û Edenê de hate destnîşankirin ku tecrîd sûc e û ev bang li Wezîrê Edaletê yê Tirk re kirin, “Ger hûn edaletê dixwazin, daxwazên dayikan pêk bînin.” -
Di meha 150’emîn de bîranîna Roboskî: Rêya edaletê ji Roboskî re derbas dibe
Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskî di meha 150’yemîn a komkujiyê de careke din xwest ku hesab ji berpirsyaran bê xwestin. -
Ji FEDA'yê daxuyaniya li ser Komkujiya Madimakê
FEDA'yê bi wesîleya salvegera 31'emîn a Komkujiya Madimakê daxuyaniyek da û got, "Bi rabûna li ber mejiyê dewleta yekperest em ê bi hev re jiyaneke azad û demokratîk ava bikin." -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ku 40 meh in bi ti awayî agahî ji wan nayê wergirtin, ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. -
Milîsên HBDH'ê li Bûrsayê febrîqeyek dan ber agir
Milîsên Berxwedan Qehreman ên HBDH'ê diyar kirin ku bi armanca bersivdayina li operasyonên dagirkeriyê yên li Bakurê Kurdistanê wan li Bûrsayê febrîqeyeke veguherînê û konteynirek dane ber agir. -
KCK’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî û bang li gelê Kurd, gelan û hêzên azadîxwaz kir ku li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê ya qirker û nîjadperest, têkoşîna hevpar mezin bikin. -
ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Nobeta li Stenbolê di roja 20’an de ye: Sûcdarên esasî yên ku vîna gel desteser kirine
Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku sûcdarên esasî ew ê ku vîna gel desteser kirine û destnîşan kir ku ji bilî berxwedana li dijî dagirkeriyê ti rê nemaye. -
Cenazeyê girtiyê nexweş bi birînên vekirî radestî malbatê kirin
Cenazeyê girtiyê nexweş Şefîk Esen ku li Nexweşxaneya Zanîngeha Psmangazî ya Eskîşehîrê jiyana we ji dest da, birînên wî bêyî bên pêçandin radestî malbatê hat kirin. -
Denîz Poyraz li Îzmîrê hat bibîranîn
Denîz Poyraz a ku 3 sal berê di bin çavdêriya polîsan de ji aliyê faşîstekî Tirk hat qetilkirin, li Îzmîrê hat bibîranîn. Halîde Turkoglû diyar kir ku Denîz sembola têkoşîna jinan û gelê Kurd e û got, "Soza me bi Denîz re heye, em ê aştiyê bînin welat." -
OHD'ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê serî Baroya Rihayê da
Şaxa OHD'ê ya Rihayê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikevin nava tevgerê serî li Baroya Rihayê da.