Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ku 40 meh in bi ti awayî agahî ji wan nayê wergirtin, ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

SERLÊDANA JI BO HEVDÎTINÊ

Mehmet Ocalan birayê Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza dîtina Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş jî bi daxwaza hevdîtina xizmên xwe yên li Îmraliyê girtî ne, serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin ji sala 1999'an û vir ve tecrîdkirî ye. Serlêdanê ji bo hevdîtinê bi rengekî kêfî têne redkirin, ya bêbersiv têne hiştin, yan jî piştî bi mehan tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê hatiye birîn. Nayê zanîn bê cezayên dîsîplînê bi kîjan hincetê hatine birîn.