RJAK’ê şehîd Zîlan bi bîr anî

Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK), Zeyneb Kinacî (Zîlan) di 28’emîn salvegera wê de bi bîr anî.

ŞEHÎD ZÎLAN

Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan RJAK bi daxuyaniyek nivîskî 28’emîn salvegera çalakiya fedaî ya Zeyneb Kinacî (Zîlan) ku di sala 1996’an de li dijî dewleta Tirk pêkanî, bi bîr anî û diyar kir ku çalakiya Zîlan bû sedema avakirina rêya azadiya jinan.

Di daxuyaniya RJAK’ê de wiha hate gotin: “Em di salvegera heval Zîlan de hemû şehîdên rêya azadiyê bi bîr tînin. Di meha Hezîranê de gelek jinên şoreşger ên wek; Şehîd Zîlan, Sema Yuce, Leyla Agirî, Bêrîvan, Raperîn Amed, Gulan, Leyla Yildiz û gelek jinên din ên têkoşer ji bo rûmeta xak û gelê xwe jiyana xwe fedakirine bibîrtînin. Zîlan dengeke yê heskirina ji bo Rêbertî, gel, mirov û jiyanê bû. Ji bo azadiyê qêr kir û bedengî şikand û peyama, yê destdirêjî bike li ser xaka min wê negihe armanca xwe da.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Ji bo vegerandina cewhera jinê, Zîlan bang li guhên tarî yên jinbûyînê înkar dikin kir û nîşanî me da ku jinbûn rê li ber biryaran û avêtina gavên azadiyê nagire. Çalakiya Şehîd Zîlan wê peyamê da ku jiyana azad peywendiya xwe bi temenê dirêj ve nîne. Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe peyam da û got; ‘Ez bi canê xwe jiyanek bê mirin di afirînim ku hêjayî gelê min be’ da.”

RJAK di dawiya daxuyniyê de wiha got: “Di salvegera Şehîd Zîlan de em bang li hemû jinan dikin ku ji bo parastina rûmeta jinê, têkoşîna netewî û axa xwe bibin yek, ji ber ku bi azadiya jinê wê civak, tevayî mirovahî û jîngeh azad bibe. Berevajiyê wê bêyî azadiya jin, wê jiyan û rûmeta mirov weke qeşa li ber rojê têk biçe.”