OHD'ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê serî Baroya Rihayê da

Şaxa OHD'ê ya Rihayê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikevin nava tevgerê serî li Baroya Rihayê da.

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Rihayê ji bo Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên ku li Îmraliyê ne û 40 meh in agahî jê nayê girtin, bi daxwaza ku têkeve nava tevgerê serî li Baroya Rihayê da.
 
OHD’ê piştî serlêdanê li ber avahiya baroyê daxuyanî da. Hevserokê OHD’a Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke bi bîr xist ku hezar û 300 parêzeran ji bo hevdîtina malbat û parêzeran li Îmraliyê bê kirin serî li Wezareta Dadê dane û got: “Lê belê heta niha ji wezaretê bersivek erênî yan neyînî nehatiye dayîn. Me îro dîsa bi heman xwestekan serî li Baroya Rihayê da û me daxwaznameya xwe radestî baroyê kir.”