Milîsên HBDH'ê li Bûrsayê febrîqeyek dan ber agir

Milîsên Berxwedan Qehreman ên HBDH'ê diyar kirin ku bi armanca bersivdayina li operasyonên dagirkeriyê yên li Bakurê Kurdistanê wan li Bûrsayê febrîqeyeke veguherînê û konteynirek dane ber agir.

Milîsên Berxwedan Qehreman ên HBDH'ê daxuyaniyek weşandin û gotin, "Weke bersiva li operasyonên leşkerî yên berfireh ên dewleta Tirk a faşîst dagirker ku li Bakurê Kurdistanê li dijî gerîla dimeşîne, di 19'ê Hezîranê de li Bûrsa/Orhangaziyê febrîqeyeke veguherînê ya kesekî faşîst û konteynireke di nav de hatin şewitandin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji ber şewatê xisareke mezin a madî rû da, wesayitên di hundirê febrîqeyê de bi temamî şewitîn.