Denîz Poyraz li Îzmîrê hat bibîranîn

Denîz Poyraz a ku 3 sal berê di bin çavdêriya polîsan de ji aliyê faşîstekî Tirk hat qetilkirin, li Îzmîrê hat bibîranîn. Halîde Turkoglû diyar kir ku Denîz sembola têkoşîna jinan û gelê Kurd e û got, "Soza me bi Denîz re heye, em ê aştiyê bînin welat."

DENÎZ POYRAZ

Bi wesîleya sêyemîn salvgera qetilkirina Denîz Poyraz li avahiya DEM Partiyê ya Îzmîrê bernameya bibîranînê pêk hat. Malbata Denîz Poyraz, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, parlamenterê Muşê Sezaî Temellî, Nunerên Dem Partî ya Îzmîrê, nûnerên partiyên siyasî û sendîkayan, gelek welatî tevli bûn. Bername bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. 
 
Dayika Denîzê, Fehîme Poyraz axivî û da zanîn ku Denîz her tim wê Denîza gelê Kurd be û got: “Denîzê her tim digot ew keça gelê Kurd e. Denîz keseke azad bû. Girêdayê gelê xwe welatê xwe bû. He rtim li pey hevalê xwe bû.”
 
Sezaî Temellî jî axivî û daxuyakirin ku ew hêzên li pişt gumanbarê ku Denîz qetil kiriye dizanin û got: “Denîz Poyraz sembola têkoşîna jinan û gelê Kurd e. Soza me bi Denîz re heye, em ê aştiyê bînin welat. Em demokrasiyê neynin em aştiyê neynin em ê Denîzên xwe winda bikin. Kuştinên kiryar nediyar wê bidomin. Ev cînayetên siyasî ne. Em qetilkirina Denîzê ji salên 90’î dizanin. Pirsgirêka hemû tiştî tecrîda li Îmraliyê ye. Em aştiyê em demokrasiyê dixwazin. Divê wê demê em li dijî tecrîdê bin û li dijî şer bin.”
 
BÎRDAL: HEVRÊYÊN DENÎZ TÊKOŞÎNÊ MEZIN DIKIN

Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal işaret bi qirkirinên siyasî yên beriya dîroka Komarê û piştî dîroka Komarê kir û got, "Dema ku mûxalîfan qetil dikin, difikirin ku wê dost û xizmên wan çavtirsandî bikin. Lê Denîz dijî, nayê jibîrkirin. Ew ê di dilê me de be, divê em ji bîr nekin. Hevrêyên Denîz têkoşînê mezin dikin. Divê em teqez Tirkiyeya Demokratîk ava bikin.”

TURKOGLÛ: DENÎZ RÊYA ME RONÎ DIKE

Halîde Turkoglûyê jî diaxaftina xwe de bi lêv kir ku bibîranîna Denîzê hesab pirsîne û wiha domand: “Sozek me ji bo Denîzê heye. Em ê aştiyê bînin vî welatî. Fikriyatek me heye. Di bin êrîşên pek tên de fikariyat bixwe heye. Denîz têkoşîna partiya me ya jinan û ya azaiya glê Kurd e. Têkoşîna ku Denîzê diparast ji bo pêşeroja me dibe hêvî û ronahî. Gumanbar Onur Gencer sîmgeya faşîzmê ye. Em wek DEM Partî divê fikriyata xwe biparêzin. Emê dest ji têkoşîna xwe berndin. Ez hemû şehîdên Şoreşê di serî de jî Denîz Poyraz bi rêzdarî bibîr tînim."


Piştî axaftinan sînevîzyona li ser Denîz Poyraz hhatibû amadekirin hat pêşandan. Piştre jî Koroya Jinan a Denîz Poyraz derket ser dikê û li ber stranên Kurdî govend gerand. Bîranîn bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.