BI DÎMEN

‘Eger deriyê Îmraliyê vebe, wê rêya aştiyê jî vebe’

Emîne Al diyar kir ku ev 3 meh in girtî çalakiya xwe didomînin û got: “Eger deriyê Îmraliyê vebe, wê rêya aştiyê jî vebe.”

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya pêngava navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Girtiyan destnîşan kiribûn ku heke heta 15’ê Sibatê roja Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyên qebûlkirin, dê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin. Çalakiya girtiyan ji 4'ê Nîsanê ve bi nederketina hevdîtina bi malbat-telefonê û nederketina dadgehan didomînin. Çalakiya “Deng bide azadiyê” ya xizmên girtiyan ku li gelek cihan li pêşiya girtîgehan hate destpêkirin û her roja Duşemê tê lidarxistin, dewam dike.

Dayika Gulistan Al ya ku cezayê heta bi hetayê lê hatiye birîn û li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê tê girtin, Emîne Al diyar kir ku di şexsê Îmraliyê de li girtîgehan tecrîd didome û got: “3 meh in me tu têkilî bi zarokên xwe re nedaniye. Em tu agahî ji wan nagirin. Ev du cejne em neçûne hevdîtinê. Me bi çalaka girtiyan re dest bi nobetê kir. Em bi mehan in dengê zarokên xwe nabihîzin. Ew kengê çalakiyên xwe bi dawî bikin em ê wê demê karibin hevdîtin bikin. Heta ku tecrîda li ser Rêbertî bi dawî nebe ew jî di bin tecrîdê de bin. Me ev cejn jî bi zarokên xwe re neaxivî, rûyê wan nedît. Îro Pênçşeme ez hatim li ser gora kurê xwe. Qet nebe ez pê re diaxivim û ji hev têr dibin. Em serdana şehîdên xwe dikin û kêm jî be êşa dilê xwe sivik dikin.”

‘EM Ê BIBIN ŞOPDARÊN TÊKOŞÎNA WAN’

Emîne Al diyar kir ku ji ber ku di cejnê de nekariye biçe gel keça xwe, serdana gora kurê xwe yê şehîd kiriye û tevahiya rojê li kêleka gora wî rûniştiye û wiha berdewam kir: “Ew ji bo Rêberê xwe ev çalakî dikin, em jî çalakiya wan silav dikin. Em ê her tim bibin şopdarên têkoşîna wan. Em ê her tim li pey wan bin. Ne 3 meh em salek jî neaxivin tiştek naguhere, 2 sal jî neaxivin tîştek naguhere. Belê, em ê bêriya wan bikin, lê mezinahiya têkoşîna wan li ser her tiştê ye. Yekane daxwaza me bidawîkirina tecrîdê û xwedîderketina li çalakiya girtiyan e. Ez bang li dayikên şehîd, dayikên gerîla û dayikên girtiyan dikim. Em hevdu bi tenê nehêlin. Em li pey têkoşîna zarokên xwe herin. Têkoşîna wan li erdê nehêlin. Rojên Duşemê li pêşiya girtîgehan çalakiya me heye, bila her kes were wê derê û tevlî çalakiya me bibe.”

Al destnîşan kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û got: “Divê gelê Kurd li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike. Divê em vê tecrîdê bişkînin. Ger deriyên Îmraliyê vebin wê deriyên aştiyê jî vebin.”