ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê Şêx Seîd û hevrêyên wî bi bîr anî û bang li gelê Kurd, gelan, hêzên azadîxwaz kir ku 'Li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê ya talanker, qirker, nijadperest, dijminê demokrasî û azadiyê têkoşîna yekbûyî û hevpar mezin bikin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan Zeynep Kinaci ya ku 30'ê Hezîrana 1996'an çalakiya fedaî kir bi bîr anî û got, "Zîlanbûyîn îro li nava refên me xurt bûye. Em bi vî ruhî têdikoşin."

Çalakiyên şermezarkirinê yên têkildarî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê û bûyerên li ser mijarê wê bêne şopandin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê fermandar Bêrîtan Nûrhak Çiya û Axîn Gabar bi bîr anî û got, "Em ê têkoşîna hevrêyên xwe Bêrîtan û Axîn hîn mezin bikin û doza azadiyê ya Kurdistanê bi ser bixînin."

Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz a 11'emîn ku her sal li bajarê Zurîch ê Swîsreyê tê lidarxistin îsal bi dirûşma 'Bi Jin, Jiyan, Azadî em ber bi şoreşa jinê ve dimeşin' wê 30'ê Hezîranê bê lidarxistin.