Çalakiyên ‘Tecrîdê bi dawî bikin’: Tecrîd sûc e

Di çalakiyên li Wan, Mêrsîn û Edenê de hate destnîşankirin ku tecrîd sûc e û ev bang li Wezîrê Edaletê yê Tirk re kirin, “Ger hûn edaletê dixwazin, daxwazên dayikan pêk bînin.”

ÇALAKIYA LI DIJÎ PERGALA QIRKIRINÊ YA ÎMRALIYÊ

Çalakiyên bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azadiya wî ya fizîkî û çareserkirina meseleya Kurd hatin destpêkirin didomin. Li gelek bajaran çalakiyên "dawî li tcerîdê bîne" hatin lidarxistin. 

 WAN

Li Wanê xizmên girtiyan û TÛHAY_DER'ê di çarçoveya çalakiya "dawî li tecrîdê bîne" de li ber avahiya DEM Partiyê ya Îpekyolûyê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Bibe dengê zindanan" hat vekirin. Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî piştgirî dan daxuyaniyê. 

Rêveberê TÛHAY-DER'ê Îsmet Yakût metna daxuyaniyê xwend. 

‘DIVÊ WEZÎRÊ DADÊ DENGÊ ME BIBIHÎSE'

Yakût anî ziman ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên li girtîgehan bi dawî nebe dê daxuyanî û çalakiyên pêwîst bidin û got: "Em her roja înê daxuyaniyê didin çapemeniyê. Dengê me hê jî nehatiye bihîstin. Birêz Abdullah Ocalan 25 sal in di Girtîgeha Îmraliyê de tê girtin. Nêzîkî 40 meh in hevdîtin çênebûne. Li ser birêz Abdullah Ocalan tecrîdek heye. Li girtîgehan jî ji bo girtiyên me tecrîdek heye, divê demildest ev tecrîd bi dawî bibe. Dayikên Aştiyê 2 caran çûn cem Wezîrê Dadê lê tu pêşketin çênebû. Em ji vir bang li Wezîrê Edaletê dikin; Ger hûn edaletê dixwazin, daxwazên dayikan pêk bînin. Em dixwazin demildest muzakere bên kirin. Em wekî malbatên girtiyan dixwazin bi zarokên xwe re hevdîtinê pêk bînin."

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî berxwedana gelê kurd” û 5 deqe çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 

MÊRSÎN

Çalakiya ku xizmên girtiyan li Mêrsînê li ber avahiya AKP’ê bi dirûşmeya “Dawî li tecrîdê bîne” dest pê kir, ket hefteya 10’an. Di çalakiyê de ku xizmên girtiyan û gelek kes lê amade bûn pankarta "Dawî li tecrîdê bîne" hat vekirin. Beşdarên çalakiyê pêşmalkên bi Tirkî û Kurdî "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye" li ser wan nivîsandî li xwe kirin. Girseya ku meşa wan a heya avahiya AKP'ê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin, bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin, jiyan, azadî" çalakiya rûniştinê li dar xist. 

‘EM TECRÎDÊ ŞERMEZAR DIKIN'

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bajêr Reşat Aşan li vir axivî. Aşan bal kişand ser dorpêça li pêşiya avahiya AKP'ê û got: "Sedema ku em diçin ber avahiya AKP'ê, bidawîkirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û bidawîkirina hemû binpêkirinên mafan e. Çalakiyên me yên di vî warî de didomin. Lê polîsan avahiya AKP'ê dorpêç kirine. Em careke din tecrîda li Îmraliyê dest pê kir û li tevahiya girtîgehan belav bûye şermezar dikin."  

EDENE

Çalakiya ku xizmên girtiyan li Edeneyê jî da destpêkirin di hefteya 10'an de didome. Girseyê xwest li ber avahiya AKP'ê ya bajêr daxuyaniyê bide, lê polîsan nehişt. Polîsan derdora avahiyê bi bariyeran girt û nehiştin peya bimeşin. 

Rêveberê DEM Partiyê yê Bajêr Yaşar Demîr vê helwesta polîsan şermezar kir û anî ziman ku ew ji bo bidawîbûna tecrîdê li vir in û doza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. 

Daxuyanî bi berzkirina “Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.