MAK: Roj roja berxwedan û bersivdayîna bi Zîlanwarî ye

MAK'ê got, “Îro roja berxwedan û bersivdayîna Zîlanwarî ya li dijî dagirker û xayinan e. Em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku bi pêşxistina xeta çalakiya bê hempa li dijî dijmin şer bikin."

MAK DAXUYANÎ ZÎLAN

Di daxuyaniya nivîskî ya MAKê de wiha hat gotin, "Em salvegera şehadeta fermandara fedaî û xwedawenda azadiyê şehîd Zîlan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û çalakiya ku rê nîşanî dîrokê da û rêwîtiya me ya azadiyê ronî dike, silav dikin.”

'VÎNA PKK'Ê YA BÊ HEMPA NÎŞANÎ HER KESÎ DA’

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

"Tevgera Azadiya Kurdistanê di bin pêşengiya Rêber Apo û şehîdan de, di rastiya têkoşîn û şerê 50 salî de vîna bêhempa ya PKK'ê ji dost û dijmin re îspat kiriye. Ji  bo Kurdistan û Rojhilata Navîn hêviya azadiyê ji nû ve vejand, di rastiya Rêber Apo û PKK’ê de ji hemû cîhanê re jiyanek azad û exlaqî dikare bê afirandin û hêzên mêtinger û dagirkeran dihejîne. PKK’ê tevgereke mirovahî û azadiyê ye û xeta heqîqet û fedayiyê ye Di 30’ê Hezîrana 1996’an de bi eşqa heqîqet û azadiya PKK’ê xwe bi rêxistin kir û milîtana pêşeng a xeta azadiya jinê heval Zîlan, di dilê dijmin de xeta fedayîtiyê da destpêkirin. Bi vê çalakiyê dewleta Tirk a dagirker matmayî hişt. Heval Zîlan bi şêwazê çalakiya xwe ya xurt hem banga berxwedan û têkoşînê li jinên Kurd kir û hem jî nîşanî hêzên mêtingera da ku nêzîkatiya li hemberî Rêber Apobê çawa bi berxwedanê bibe bersiv. Heval Zîlan ji bo me ne tenê milîtaneke azadiyê ye, di heman demê de pêşeng û fermandara me ye xeta fedayî û afirîneriya şer.

Rêber Apo, şehîd Zîlan weke manîfestoya azadiyê pênase dike. Di pergala heyî ya serdest a mêr de jinbûn û bi nasnameya xwe ya jinê û doza azadiya gelê xwe fedakirin pir pîroz e. Têkoşîna azadiya jinê ku di pêşengiya hevala me Zîlan û bi hezaran şehîdên leheng de pêş ket, pergala koletiyê ya bi hezaran salî hilweşand. Ev têkoşîn bi xeta berxwedanê ya ku şehîdên me yên leheng afirandiye derketiye holê. Fedayîtî tê wateya ji bo azadiya gelê xwe bêyî ku kêliyekê jî bifikire b Zîlanwarî şerkirine. Xeta fedaî ya heval Zîlan afirand, ji Amanos heta şoreşa Rojava, ji Botan heta Serhed, ji Zagrosan heta metropolên Tirkiyeyê di şexsê bi hezaran têkoşerên fedaî de xwe îspat kiriye. Divê MAK vê xeta berxwedanê ya lehengî û fedaî ji xwe re esas bigire, bi xeta berxwedana Îmraliyê ya 25 salan a Rêber Apo xwe bi rêxistin bike û li dijî dagirkeran têkoşîneke bênavber geş bike. Weke MAK em ê li ser xeta Zîlan xwe bi rêxistin bikin û li her qadê li dijî dijmin şer bikin. Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku li dijî dewleta Tirk a dagirker a ku bi awayekî hovane êrîşî gelê me dike, qadên jiyanê xera dike û dixwaze gelê me û Tevgera Azadiyê têk bike, xwedî li mîrateya berxwedanê ya heval Bêrîtan Nurhak û Şexmus Milazgir ên li ser xeta Zîlan meşiyan, derkevin.

BANGA JI BO CIWANAN

Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku li dijî êrîşên qirkirin û îmhayê yên dewleta Tirk a dagirker li ser gerîlayên Azadiyêdimeşînin, bi pêşengiya jinên ciwan bi pêşxistina xeta çalakiya bênavber li dijî dijmin şer bikin. Divê gelê me bizane ku dîroka me ya şer û têkoşînê ji her demê xurtir e. Îro roja berxwedan û bersivdayîna Zîlanwarî ya li dijî dagirker û xayinan e. Îro roja şerkirina bi şêwazê çalakiya dijmin bi zimanê ku jê fêm dike ye. Ev xeta çalakiyê xeta fedayîtî û lehengiyê ye ku Zîlanan û Egîdan afirandine.”