Leşkerên Tirk ên dagirker li Başûr bi ser gund de girtin

Piştî ku leşkerên artêşa Tirk li devera Metîna û Amêdiyê, nuqteyên kontrolê danîn, nasname ji welatiyan xwestin, bi darê zorê gund vala kirin û gefa valakirina gundên din li welatiyan dikin.

ÊRÎŞÊN DAGIRKIRINÊ

Li gorî agahiyên ku ajansa Rojnewsê xwe dispêre çavkaniyên herêmî, duh bi şev leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi ser gundê Dergelê yê bajarokê Kanî Masî yê Duhokê de girtin. Dagirkeran gef li gundiyan xwarin û gotin di nava 24 saetan de gund vala bikin.

Artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê dixwaze tevahiya xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike. Dagirkerên ku duh bi şev avêtin ser gundan, zextê li gel dikin û bi darê zorê gundan vala dikin.