Ji FEDA'yê daxuyaniya li ser Komkujiya Madimakê

FEDA'yê bi wesîleya salvegera 31'emîn a Komkujiya Madimakê daxuyaniyek da û got, "Bi rabûna li ber mejiyê dewleta yekperest em ê bi hev re jiyaneke azad û demokratîk ava bikin."

TÊKILDARÎ MADIMAKÊ

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) bi wesîleya salvegera 31'emîn a Komkujiya Madimakê daxuyaniyek da ku 2'ê Tîrmeha 1993'an li Sêwasê hate kirin û 33 rewşenbîr û hunermendan jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li Sêwasê di komkujiya 2'ê Tîrmeha 1993'an de Azîz Nesîn, Metîn Altiok, Hasret Gultekîn, Asim Bezîrcî û Nesîmî Çîmen tevî gelek nivîskar û hunermendên naskirî ji bo Şahiya Pîr Sûltan Abdal li Sêwasê bûn. Di roja duyemîn a şahiyê de, piştî bidawîbûna nimêja Înê komeke faşîst û paşverû bi dirûşman avêtin ser qada şahiyê, lewma beşdar neçar man xwe li Otela Madimakê bigirin.

Koma ku ji aliyê dewletê ve hate birêxistinkirin, dor li otelê girt û di demeke kurt de hejmara xwe gihîşt bi deh hezaran kesî. Bi gotina Mirin ku kafirên laîk re' agir berdan otelê. Rayedarên dewletê bi saetan li pêşberî vê bûyerê bêdeng man. Di şewatê de 33 kes ji dû xeniqîn an jî şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. Xebatkarên otelê yên hewl dan ji otelê derkevin hatin lînçkirin.

Serokwezîra wê demê Tansû Çîller bi gotina 'Şukir tiştek bi gelê me yê li derveyî otelê nehat' bûyer biçûk nîşan da. Di sala 2014'an de piştî ku Dadgeha Bilind derbasbûna demê ya di ser dozê de erê kir, Serokwezîr Erdogan bi rengekî bêperwa got 'Li ser xêrê be'. Dewleta Elman jî hevkarî bi dewleta Tirk re kir û li pêşiya darizandina bersûcan bû asteng.

Ev komkujî weke dewama mejiyê Îttîhat û Terakkî yê qirker êrişek li dijî Kurdên Elewî û Kurdên ne Tirk bû. Ev mejiyê ku di salên 1920-1921'ê de li Koçgiriyê, di sala 1978'an de li Mereşê, di sala 1980'î de li Çorûmê û di sala 1993'an de li Sêwasê bi stratejiya li dijî Kurd-Elewiyan tevgeriya, îro jî ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve dewam dike.

Van bûyeran baweriya me ya bi biratiya gelan û baweriyan hîn xurt kirine. Bi rabûna li ber mejiyê dewleta yekperest, em ê jiyaneke azad û demokratîk ava bikin ku dewlemendiya cihêrengiyên me qebûl dike."