Nobeta li dijî desteserkirina vînê: Em dest ji vîna xwe bernadin

Nobeta li Stenbolê ya li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê di roja 21’an de ye û peyama: “Em ê dest ji vîna xwe bernedin. Heta em mafên xwe bi dest bixin em ê li her derê li ber xwe bidin” hat dayîn.

NOBETA LI DIJÎ DESTESERKIRINA VÎNÊ

Çalakiya nobetê ya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê ku li Beyoglûyê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê dabûn destpêkirin di roja 21’an de berdewam dike. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana Colemêrgê”, "Rûmeta mirovahiyê wê êşkenceyê têk bibe", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Her der Colemêrg her der berxwedan", “Qeyûm wê biçe, em ê bimînin", “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin“ û “Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.

'HÛN BI DESTESERKIRINÊ NAGIHÊJIN CIHEKÎ’

Endamê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrrojhilat Abdulhekîm Taş diyar kir ku pirsgirêka Kurd bi salan e her ku diçe kûr dibe, gelê Kurd li hemberî vê yekê û ji bo çareseriya aştiyane têdikoşeî Taş bi bîr xist ku ji sala 2014'an û vir ve şaredarî tên desteserkirin û got, “Qeyûm îpoteka li ser vîna gel e. Li Tirkiyeyê şaredarek ji peywirê tê dûrxistin? Me tiştekî wiha nedîtiye. Êdî bes e ji vê desteserkirina mafan re! Bi desteserkirinê hûn nikarin xwe bigihînin tu derê. Eger hûn dixwazin Kurd û gelên Tirkiyeyê bi awayekî wekhev û bi hev re bijîn, pêwîste rêz li mafê wan ê dengdanê û hilbijartinê bigirin.”

'EM Ê PAŞ DE GAV NAVÊJIN’

Endamê Sendîkaya Devrîmcî Yapî, Înşaat ve Yolu (Dev Yapi-Îş) a girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Omer Çelîk diyar kir ku divê li her derê rêgeza wekheviyê were sepandin. Çelîk wiha axivî: “Eger polîtîkayên qeyûmê bidomin, wê ji gel bertekek mezin bibînin. Serokomar got ku ew ê rêz li vîna gelê xwe bigirin, lê qeyûm tayînî şaredariya Colemêrgê kirin. Her wiha xwest qeyûm tayînî şaredariya Wanê bike, bê encam ma. Ev gel bi sedsalan e li hemberî polîtîkayên we yên zilmê paşdve gav neavêtiye û navêje."

‘HETA EM MAFÊN XWE BI DEST BIXIN EM Ê LI BER XWE BIDIN’

Hevseroka DEM Partiyê ya navçeya Başakşehîrê Antîke Tarhan, diyar kir ku li her derê şer dikin û gel li ber xwe dide û anî ziman ku ew ê êrîşên qeyûman qebûl nekin û got, “Em ê zextên li ser vîna gelê Kurd bişkînin. Em ê dest ji vîna xwe bernedin. Heta em mafên xwe bi dest bixin em ê li her derê li ber xwe bidin. Yekane rastî heqîqeta berxwedanê ye.”

'DIVÊ HER KES DENGÊ XWE BILIND BIKE’

Hevseroka DEM Partiyê ya navçeya Ûmraniyeyê Ayten Bîngol bi gotina “Her kesên alîgirê edaletê ye divê li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind bike” bang li wijdanê gelên Tirkiyeyê kir û got, “Di qanûna rêveberiyên xwecihî de çi hebe wê pêk bînin. Ez we vedixwînim ku bi hev re li dijî desteserkirina vînê li ber xwe bidin.”

Çalakiya nobetê Dengê Hunerê Azad stran gotin û bi gerandina govendê bi dawî bû.