Bertek nîşanî êşkenceya li dijî cenazeyê Şefîk Esen hat dayîn

47 saziyên sivîl û civakî, nêzîkatî û bêhurmetiya li dijî cenazeye girtiyê nexweş Şefîk Esen şermezar kirin û gotin: "Ev helwest, rûmeta miriyan dixe bin piyan.”

47 rêxistin û saziyên sivîl ku di nav de Înîsiyatifa  Hurmeta ji Miriyan re û baro jî hebûn, têkildarî nêzîkatiya li dijî cenazeyê girtiyê Nexweş Şefîk Esen ê li  Nexweşxaneya Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşehîrê jiyana xwe ji dest da, daxuyaniya hevpar dan. Rêxistinên civakî anîn ziman ku nêzîkatiya li dijî nasnameyên cuda yên ji dervê Tirk, Sunnî  û mêr nayê qebûlkirin û wiha gotin: “Nêzîkatiyek tundî, bêrûmetî, bêhûrmetî û nifrînê heye. Demek dirêj e li Tirkiyeyê li dijî gor û goristanan êrîş hene. 

Yek ji cihê nêzîksatiyên cudakarî tên kirin girtîgeh in. Nasname, bawerî, zayend û reng çi dibe bila bibe, divê li gorî pîvanên mirovahiyê bên definkirin. Destûr nadin ku cenazeyên wan li gorî bawerî û fikrên wan defin bikin. Dîsa darbestan nadin malbatan ku cenaze têxinê. 

XWÎN JI DARBESTÊ HERIKΠ

Saziyan anîn ziman ku bêyî mudaxaleya tibî li cenazeye Esen bikin xistine darbestê û wiha gotin: “Cenaze li gorî usûlê neqil nekirine. Dema cenazeyê Esen naqlî bajarê wî Amedê kirine, kefene wî din ava xwînê de maye. Li gel daxwaza bavê wî tu tedbîr nehatine girtin. Di çapemeniyê de hat dîtin ku li balafirgeha Esenboga ya Enqereyê ji darbestê xwîn herikî ye û personelên balafirgehê mudaxale kirine.”

EM ŞERMEZAR DIKIN 

Em vê êrişa hovane ya li dijî cenazeyê Şefîk Esen şermezar dikin. Em vê helwestê weke pêkanîneke bîranîn û xaysiyeta miriyan binpê dike penase dikin. Ev dîmen êrîşa li dijî rûmeta miriyan e. Helwest û pêkanînên bi vî rengî, binpêkirina eşkere ya maf û azadiyên bingehîn ên weke qedexekirina îşkence û kiryarên xerab, mafê hurmeta li jiyana taybet û malbatê, azadiya ol û wijdanê, mafê wekheviyê, qedexekirina cihêkariyê û rêgezên exlaqî ye.

Li dijî vê bêhurmetiya li cenazeyê Esen hatiye kirin ku nayê qebûlkirin, xwedîderketina li rûmeta miriyan, parastina vîna jiyana bi hev re ya civakê û parastina nirxên mafên mirovan û demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê, em bang li her kesên xwedî wijdan û berpirsyar, ji saziyên dewletê heta partiyên siyasî, ji rêxistinên mafên mirovan heta saziyên hiqûqî û rêxistinên sivîl dikin ku li dijî vê helwesta tirsnak û bêhurmetiyê derkevin û rûmeta mirinê biparêzin.”

SAZIYÊN KU DAXUYANÎ ÎMZE KIRINE

Înîsiyatîfa Edaletê û Rêzgirtina ji Miriyan re, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrgûşa Mirovahiyê Windakirine re (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Piştgiriyê Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV), Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD), Komeleya Perwerde, Çand û Piştgiriyê ya Şêx Seîd, Federasyona Elewî Bektaşî û Pêkhateyên wê, Komeleya Alimên Olî, Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, Federasyona Elewiyan a Demokratîk, Weqfa Aştiyê, Yekitiya Jinên Elewî ya Ankayê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Odeya Bijîjkan a Amedê, Baroya Colemêrgê, Baroya Mûşê, Baroya Êlihê, Baroya Wanê, Baroya Şirnexê, Baroya Rihayê, Baroya Mêrdînê, Baroya Amedê, Baroya Dêrsimê, Baroya Sêrtê, Baroya Qersê, Baroya Agiriyê, Baroya Çewligê, Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Hiqûqnasên Ji Bo Edaletê, Hiqûqnasên Ji Bo Demokrasiyê, Parêzerên Demokrat ên Azadîparêz, Komeleya Jinan a Rosayê, Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê, Komeleya Lêkolînên Çandinî yên ji bo Aştiyê, Komeleya Malbatên Gokkûşagi ya Enqereyê, Komeleya Dema Jinê, Ma Muzîk, Keskesor, Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, Komeleya LGBTÎ’yan a Yedî Renk a Mêrsînê, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê û Şaxa SES’ê ya Amedê.