ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

ROJEVA 29’Ê HEZÎRANÊ

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

- Çalakiyên protestoyî yên piştî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê û geşedanên têkildarî vê yekê, wê bên şopandin.

- Çalakiyên xizmên windayan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê wê bên şopandin.

- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Zîlan (Zeynep Kinaci) di salvegera şehadeta wê de bi bîr anî û got ku îfadeya herî esas a kesayeta Zîlan, di fedayîtiyê de xwe gihandina lûtkeyê ye.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku Tirkiye li Başûrê Kurdistanê polîtîkaya îlhakê dimeşîne û li dijî vê yekê gerîla şerekî mezin dide.

- Artêşa Tirk a dagirker li qada ku di navbera Bazê û Bêrîzanê ya li herêma Berwarî Bala ya li navçeya Amêdiyê û li qada di navbera Bêrîzanê û Kanî Belavê de du nuqteyên leşkerî danîne û nasnameyan kontrol dike.

- Emîne Al diyar kir ku girtî 3 meh in çalakiya xwe didomînin û got: “Eger deriyê Îmraliyê vebe, wê deriyê aştiyê jî vebe.”