Di meha 150’emîn de bîranîna Roboskî: Rêya edaletê ji Roboskî re derbas dibe

Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskî di meha 150’yemîn a komkujiyê de careke din xwest ku hesab ji berpirsyaran bê xwestin.

Li gundê Roboskî yê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê di 28’ê kanûna 2011’an de 19 jê zarok 34 kes bi balafirên şer hatin qetilkirin. Di ser komkujiyê re 150 meh derbas bûn. Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskî ku her 28’ê mehê ji bo hesaba komkujiyê bipirsin û kesên berpirsyartiya wan heye bên darizandin tên bahev li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da.

Di çalakiyê de pankarta “Bila kujer bên dîtin, Roboskê êdî tu caran” hate vekirin. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci daxuyanî xwend. Yazmaci ewilî bal kişand ser bêhiqûqiyên ji komkujiya Roboskî ve hatine jiyîn. 

‘RÊYA AŞTIYÊ DI ROBOSKÊ RE DERBAS DIBE’ 

Yazmaci, diyar kir ku ji bo berpirsyarên komkujiya Roboskê bê ronîkirin, divê bi hev re têkoşîn bê dayîn û ev tişt got: “Roboskî; ezmûna dewletê û desthilatê, şerma li ser vê axê, birîna nekewandî û lêgerîna edaletê ye. Rêya aştî û edaletê ya li ser vê axê, teqez û ewilî di Roboskê re derbas dibe. Derxistina holê ya berpirsyarên Komkujiya Roboskî, darizandina wan û cezagirtina berpirsyaran ji bo binpêkirina hemû mafên jiyanê gelek girîng e. Me ji bîr nekir, em ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin.”