ROJANE
Hemû Nûçe
-
Rojnamevanên hatin tehliyekirin: Em ê têkoşîna Naziman bi serkeftinê tacîdar bikin
Rojnamevanên ku hatin tehliyekirin peyama, “Em ê têkoşîna ku Cîhan û Naziman hiştine bi serkeftinê tacîdar bikin” dan. -
Ji ber stranên Kurdî gotiye hat girtin
Hunermendê Kurd Mazlûm Akpolat, ji ber stranên Kurdî gottiye 22 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, hate girtin. -
Ayşegul Dogan: Çareserî dê bi têkoşîn û hevkariyê pêk were
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê anî ziman ku ew ê çareseriyê ji bextê desthilatdariyê re nehêlin û diyar kir ku çareserî dê bi hevkarî û têkoşînê pêk were. -
7 rojnamevan û 2 siyasetmedar hatin berdan
7 rojnamevan û 2 siyasetmedarên ku bi hinceta tevlîbûna çalakiya protestoyî hatibûn binçavkirin, hatin berdan. -
Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan serdana girtiyên jin kir
Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan serdana girtiyên jin ên li Girtîgeha Sîncanê kir. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a dîlgirtî diyar kir ku ew ê li pişt perspektîfên çareseriyê yên Rêber Apo bin. -
Destpêkê cezayê girtîgehê, piştre biryara berdanê
Di doza Dadgeha Cezayê Giran a 24’an a Stenbolê de, bi îdîaya “alîkarî daye rêxistinê” salek û 13 meh cezayê girtîgehê li parêzer Dîlek Ekmekçî hate birîn. Dadgehê, piştre biryara berdana Ekmekçî da. -
Ji bo kampanya 'Milyonek îmze ji bo aştiyê' bang hate kirin
Li Edeneyê ji bo kampanya 'Milyonek îmze ji bo aştiyê' bang hate kirin û hate ragihandin ku bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd aştî nabe. -
Îmamoglû têkildarî 2 lêpirsînan îfade da
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû têkildarî 2 lêpirsînan de îfade da. -
Di panela Elewiyan de peyama Rêber Apo hate eşkerekirin: Ez ji bo hemû gelan dixebitim
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li panela 'Elewî li ser aştiyê diaxivin' anî ziman ku Rêber Apo gotiye, "Ji bo temsîliyeta hemû gel û baweriyên cihêreng dixebitim." -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Rêber Apo bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Hevserokê KNK’ê Karamus: Kurd divê bibin yek
Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus diyar kir ku Kurd divê li Rojava bibin yek, ji dervey vê ti alternatîfa wan tune ye û got, yekîtî ji bo Kurdan neçarî ye. -
ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Şirnex, Wan û Enqereyê derbeya qeyûm hat protestokirin
Li Şirnex, Wan û Enqereyê derbeya qeyûm a desthilatê bi daxuyaniyan hat protestokirin. -
Di nobeta li dijî desteserkirina vînê de berxwedana Tişrînê hate silavkirin
Gel li ber Şaredariya Sêrtê ya hatî desteserkirin kom bûn û berxwedana Tişrîn silav kirin û peyama “Gelê Kurd wê têkneçûnê nîşanî her kesî bide” dan. -
Omer Ocalan: Bila çav û guhê her kesî li Rojava be
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hewldanên aştî û çareseriyê ya Kurdan û ev bang kir, “Bila çav û guhê her kesî li Rojava be.” -
Dayika Hevrîn Xelef: Bila kujerê keça min bê darizandin
Dayika siyasetmedara Kurd û Sekretera Giştî ya Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa xwest, lîderê çeteya Ehrar El Şerqiye Hatîm Ebû Şeqra ku kujerê keça wê ye, ji Sûriyeyê bê derxistin û bê darizandin. -
Girtiyên jin kampanya aştiyê silav kirin
29 girtiyên li Girtîgeha Girtî ıya Jinan a Bunyanê kampanya 'Milyonek îmze ji bo aştiyê' silav kirin. -
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin
Dewleta Tirk a dagirker bombe li Eyn Îsa, Girê Spî û Bendava Tişrînê barand. -
Rapora OHD’ê ya qeyûman: Mafê mîlyonek û 777 hezar hilbijêr hatin binpêkirin
Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) rapora xwe ya berfireh a der barê 9 şaredariyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin bi raya giştî re parve kir. -
3 partiyan desteserkirina şaredariyan li ber wezaretê şermezar kirin
DEM Partî, CHP û Partiya Rêya Nû, darbeya qeyûm li ber Wezareta Karên Hundir şermezar kirin. Çelenga reş li pêşiya wezaretê hate danîn. -
Wekîla berê ya HDP'ê Dersîm Dag hate binçavkirin
Wekîla berê ya Amedê ya ji HDP'ê Dersîm Dag li Stenbolê hate binçavkirin. -
Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Parêzerên Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza hevdîtinê serlêdaneke din kirin. -
Li Bûrsayê wesayita faşîstekî hate şewitandin
Milîsên Partîzan Amed ên HBDH'ê ragihandin ku li Bûrsayê agir berdan wesayita faşîstekî. -
'Hewl didin me bi rejîma qeyûm û OHAL'ê bi rê ve bibin'
Perîhan Koca diyar kir ku ev 20 roj in li dijî dagirkerê di bin navê qeyûm de tayînî Şaredariya Akdenîzê hatiye kirin çalakiyan dikin û tayînkirina qeyûmê ji bo Şaredariya Sêrtê weke dewamiya hewldanên mayîndekirina rejîma zextê nirxand. -
Rojnamevan Suat Toktaş hate girtin
Rojnamevan Suat Toktaş piştî sewkî dadgehê kirin, dadgeh biryara girtina wî da. Bariş Pehlîvan û Kurşad Oguz jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.