Omer Ocalan: Bila çav û guhê her kesî li Rojava be

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hewldanên aştî û çareseriyê ya Kurdan û ev bang kir, “Bila çav û guhê her kesî li Rojava be.”

Bi pêşengiya Tevgera Jinan Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Pirsûsê ya Rihayê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên girêdayî Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiya nobetê hat lidarxistin. Parlamenterê DEM Partî yê Rihayê Omer Ocalan, Berdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, Hevşaredarên Navçeya Rihayê û bi sedan kes tevlî nobetê bûn.

Di daxuyaniyê de pankartên “Rojava xeta me ya sor e" û “Rojava şoşeşa me ya Jin jiyan azadî ye Rojava teqez nakeve” hat vekirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aişeoglû axivî û diyar kir ku ew ê di aştiyê de israr bikin.

Parlamenter Omer Ocalan jî diyar kir ku Kobanê 10 km dûr e û got: “Em gelê xwe yên li Kobanê û Tişrînê nobetê digirin silav dikin. Niha ji bo azadiyê berdêlên mezin tên dayîn. 100 sal berê li ser van xakan li ser Kurdan polîtîkayên cuda hatin pêşxistin. Kurd têkoşîna xwe bi biryardariyeke mezin dimeşînin. Yên ku hewl didin bi rêya Kurdan siyasetê bikin bila bizanibin ku Kurd ne Kurdên 10 sal berê ne. Kurd bi hişmendî û biryardariyeke mezin têkoşîna azadî û aştiyê dimeşînin. Kurdan ne mafên kesî desteser kiriye, ne jî êrîşî axa kesî kiriye û ne jî zimanê kesî qedexe kiriye. Yên ku 100 sal in li ser Kurdan polîtîkayên qirkirin, asîmîlasyon û girtinê dimeşînin winda kirine. Divê çavê her kesî li Rojava be. Dilê Pirsûsê li Rojava lê dixe. Gelê Rojava ji bo jiyana azad berdêlên giran dan. Niha hikûmet li ser Rojava konsepteke cuda dimeşîne. Lê li hemberî vê yekê Kurd berxwedana xwe didomînin." 

Omer Ocalan diyar kir ku ji bo statuya Kurdan xebatên dîplomasiyê tên meşandin û wiha dewam kir: “Kî çi bêje bila bêje em ê ji bo aştiyê xebatên xwe bidomînin. Ji bo Kurdan muxatab diyar e. Birêz Ocalan li Îmraliyê li ber xwe dide û destê xwe yê aştiyê dirêj dike. Û diyar dike ku ew dikarin îsal bikin sala demokrasî û çareseriyê. Kurd û Tirk dikarin bi hev re bijîn. Em li pişt paradîgmaya ku wî afirandiye radiwestin û diparêzin. Em li pişt felsefeya wî ne. Em jî dibêjin bila aştî hebe û xwîn nerije. Bila çav û guhê her kesî li Rojava be. Em ê li vir xebatên xwe yên ji bo azadiya gelê xwe bidomînin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya "Bijî berxedana Rojava" û tilîliyan bi dawî bû.