7 rojnamevan û 2 siyasetmedar hatin berdan

7 rojnamevan û 2 siyasetmedarên ku bi hinceta tevlîbûna çalakiya protestoyî hatibûn binçavkirin, hatin berdan.

Rojnamevan Gulîstan Dûrsûn, Hayrî Tûnç, Enes Sezgîn, Osman Akin, Can Papîla, edîtora ETHA’yê Pinar Gayip, Nûçegihana Mucadele Bîrlîgî Serpîl Unal û siyasetmedar Hacî Ugîş û Îmam Şenol bi hincetên weke ‘’propagandaya rêxistinê’’ û ‘’tevlîbûna civînên qedexe’’  di 21’ê Kanûnê de hatibûn binçavkirin. 

Dadgehê piştî îdîanameya ku di 27’ê Çileyê de ji aliyê 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hatî qebûlkirin, dosya lêkolîn kir û bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat biryara tehliyekirina rojnamevanan da.  hate ragihandin ku rûniştina ewil dê di 11’ê Nîsana 2024’an de were kirin.