Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan serdana girtiyên jin kir

Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan serdana girtiyên jin ên li Girtîgeha Sîncanê kir. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a dîlgirtî diyar kir ku ew ê li pişt perspektîfên çareseriyê yên Rêber Apo bin.

SERDANA GIRTIYAN

Di daxuyaniya DEM Partiyê de hate gotin, "Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan li Girtîgeha Girtî ya Sîncanê serdana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û siyasetmedarên din ên jin ên girtî kir. Di hevdîtinê de Bûldan li ser serdana dawî ya li Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hate kirin agahî da. Di hevdîtinê de pêvajo hate nirxandin û pêşniyarên siyasetmedarên jin ên girtî hate wergirtin.

Leyla Guven anî ziman ku hemû siyasetmedarên jin ên li Sîncanê girtî ne, li pişt perspektîfa çareseriyê ya Birêz Ocalan e û wê xwedî li îradeya çareseriyê derkevin. Guven her wiha silavên siyasetmedarên jin ragihand."