Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin

Parêzerên Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza hevdîtinê serlêdaneke din kirin.

Parêzerên Rêber Apo ku li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tecrîdkirî ye, bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ve hate kirin. Ji bo dîtina girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî heman serlêdan hate kirin.