Rojnamevanên hatin tehliyekirin: Em ê têkoşîna Naziman bi serkeftinê tacîdar bikin

Rojnamevanên ku hatin tehliyekirin peyama, “Em ê têkoşîna ku Cîhan û Naziman hiştine bi serkeftinê tacîdar bikin” dan.

Rojnamevan Gulîstan Dûrsûn, Hayrî Tûnç, xebatkarên Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn, Osman Akin, Can Papîla, edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Pinar Gayip, Nûçegîhana Mucadele Bîrligî Serpîl Unal û siyasetmedar Haci Ugîş, Îmam Şenol ên ku di 21’ê Kanûna 2024’an de ji bo ku tevlî çalakiyên ji bo rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin bûn hatin binçavkirin û girtin, tehliye bûn. 

Rojnamevanên ku ji Girtîgeha Marmaya (Silîvrî) tehliye bûn, ji aliyê endamên Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), nûnerên gelek partiyên siyasî û sendikayan ve bi coş hatin pêşwazîkirin. 

Osman Akin daxuyaniyeke kurt da û wiha got: “Me gotibû wê seltenat, qesr hilweşin wê têkoşîna kesên berxwedêr, Hero, Gulîstan, Cîhan û Naziman bimîne. Em hatin girtin. Lê me li hundir gelek berxwedêrên heqîqetê nas kir. Em bi xwe bûn şahidê berxwedan û têkoşînan. Me berê her nûçeyan çêdikir. Me bi vê bûyerê firsend dît wan bibînin. Belê girtin, lê tişta ku herî zêde ji destê wan tê ev e. Em ê dîsa li ber xwe bidin. Em ê dîsa pênûsên xwe li cihê mayî rakin û têkoşîna ku Cîhan û Naziman hiştine bi serkeftinê tacîdar bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Çapemeniya Azad Nayê Bêdengkirin” bi dawî bû.