Li Şirnex, Wan û Enqereyê derbeya qeyûm hat protestokirin

Li Şirnex, Wan û Enqereyê derbeya qeyûm a desthilatê bi daxuyaniyan hat protestokirin.

Platforma Kêd û Demokrasiyê ya Şirnexê, li dijî desteserkirina şeredariya Sêrtê li qada Cumhuriyetê ya Şirnexê daxuyanî dan. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnex û navçeyan wê û nûnerên saziyên sivîl ên Şirnexê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, “Rêze ji vîna gelê Sêrtê re bigirin û dev jî sepanên qeyûm berdin” dinivisî hat hilgirtin.

Nûnerê Egitim-Senê Yaşar Taşdemir daxuyanî da û got: “Desthilat mafê hilbijartinê yê gel nas nake. Li aliyekî behsa pêvajoya çareseriyê û pêdiviya aştiyê dikin. Li aliyê din şaredariyên ku hatine hilbijartin ji wezîfeyê tên girtin. Tayînkirina qeyûman li şûna wan, di warê rewabûna demokratîk de nakokîyeke mezin çêdike. Em bang li hemû saziyên mafên mirovan û demokrasiyê dikin ku li dijî vê nêzîkatiya darbeyê ya dijdemokratîk dengê xwe bilind bikin. Divê desthilat dev ji vê helwesta xwe berde. Têkoşîna me ya li dijî desthilata darbekar dê bidome.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

WAN

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê, li navenda bajêr li Koçeya Hunerê li dijî desteserkirinê daxuyanî da. Hevserokên DEM Partî yên Wanê Gulşen Kurt û Veysî Dîlekçî, saziyên sivîl ên bajarê û gelek nûnerên partiyan tevlî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de berdevkê demê yê KESK'ê Yunus Haylaz xivî û wiha got: “Şaredariyên Colemêrg, Mêrdin, Elîh, Dersim, Xelfetî, Akdenîz, Mîks û herî dawî Sêrt bi giştî 8 şaredariyên DEM Partiyê û şaredariya Esenyûrtê ya CHP’ê hatin desteserkirin. Gel ev şaredarî bi vîna xwe hilbijartin. Tişta ku hikûmeta AKP’ê dike xesp û desteserkirine.”

ENQERE

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Enqereyê jî li Caddeya Sakaryayê daxuyanî da. Metna daxuyaniyê ya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Enqereyê ji aliyê Hevserokê DEM Partî yê Enqereyê Fatîn Kanat ve hat xwendin. Kanat anî ziman ku şaredariya gel ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin û got: “Karê ewil ê qeyûmê Sêrtê, li ser kursiya meqamê bi xanenavka xwe ya beriya biryara qeyûm amade kiribû, wêne kişand û parve kir. Ji hilbijartinên xwecihî û vir de tişta ku hikûmet dike tenê desteserkirina şaredariyên gel in.”

Kanat bertek nîşanî zextên li ser çapemeniyê û wiha got: “Ji 22’ê Kanûnê û vir de bi dehan êrîş li dijî çapemeniyê hatin kirin. Bi dehan rojnamevan hatin binçavkirin û heta niha 16 xebatkarên çapemeniyê hatine girtin.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.