Serokê HTŞ’ê Colanî duh bi merasîmekê serokkomariya xwe ya ji bo Sûriyeyê ragihand. Di merasîmê de serçeteyê rêxistina bi navê Ehrar El Şerqiye Ehmed Îhsan Feyad El Hayîs anku “Ebû Hatim Şeqra” ku qatilê siyasetmedara Kurd û sekretera Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevîn Xelef jî, amade bû.
Dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa der barê mijarê de axivî û got: "Ez qebûl nakim ku rola qatilên Hevrînê di siberoja Sûriyeyê de hebe. Qatil, sûcdar û çete wê çawa wezîfeyan wergirin. Ez beşdariya qatilê keça xwe di kongreya ku li pêşiya çav û guhê tevahî dinayayê çêbû, şermezar dikin. Ez dibêjim tenê îradeya gelê Sûriyeyê dikare berpirsên xwe diyar bike."
Sûad Mistefa destnîşan kir ku “çete Hatim Ebû Şeqra xwe firotiye dewleta Tirk a dagirker” û bi bîr xist ku dewleta Tirk kengî dixwaze plan û sûcan dike.
Sûad Mistefa xwest hesab ji qatilên keça wê û kesên destê wan di xwîna gelê Sûriyeyê de heye were pirsîn û ji Sûriyeyê werin derxistin.