Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin
Dewleta Tirk a dagirker bombe li Eyn Îsa, Girê Spî û Bendava Tişrînê barand.
Dewleta Tirk a dagirker bombe li Eyn Îsa, Girê Spî û Bendava Tişrînê barand.
Li gorî agahiyan, gundê Ebdul Cumaa yê li rojhilatê Eyn Îsayê bi topan û droneyên kamîkaze hate bombekirin. Li gorî agahiyan di êrişê de tiştek bi kesî nehatiye.
Gundê Kobarlikê yê li rojavayê Girê Spî jî bi topan hate bombekirin. Di heman demê de gundê Qezalî yê li rojavayê Girê Spî jî bi topan hate bombekirin.
Derdora Bendava Tişrînê ku berxwedana gel 23 roj in lê dewam dike, ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve hate bombekirin.