Ji bo kampanya 'Milyonek îmze ji bo aştiyê' bang hate kirin
Li Edeneyê ji bo kampanya 'Milyonek îmze ji bo aştiyê' bang hate kirin û hate ragihandin ku bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd aştî nabe.
Li Edeneyê ji bo kampanya 'Milyonek îmze ji bo aştiyê' bang hate kirin û hate ragihandin ku bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd aştî nabe.
Di çarçoveya kampanya 'Milyonek îmze ji bo aştiyê' de ku Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 16'ê Çileyê de da destpêkirin, li Edeneyê çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî li avahiya Şaxê Edeneyê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) pêk hat û nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl tevlî bûn.
Endamê HDK’ê Ramazan Şanci got ku şerên li Rojhilata Navîn dibe sedema krîzên aborî, mirovahî û ekolojîk. Şanci da zanîn ku nemaze di mijara pirsgirêka kurd de polîtîkayên tundiyê tên meşandin û ev jî neçareseriyê mezintir dike. Şanci diyar kir ku êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê li hemberî kurdan nîn e, her wiha li hemberî modela rêveberiya aştî û demokrasiyê ye.
Şanci bal kişand ser kampanyaya ku HDK’ê daye destpêkirin, banga têkoşîna hevpar kir û wiha got: “Em bang li hemû parazvanên aştiyê dikin û dibêjin werin em hemû bibin parçeyek têkoşînê, em bi hev re wekheviya gelan, xwîşk û biratiyê û aştiyê ava bikin. Tenê pêwîstiya heremê bi aştiyê nîn e, her wiha pêwîstiya hemû mirovahiyê bi aştiyê heye. Divê dengê aştiyê sînoran derbas bike û li hemû cîhanê deng vede.”
Di daxuyaniyê de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî diyar kirin ku piştgiriyê didin kampanyaya ‘Milyonek îmze ji bo aştiyê’ û hat gotin ku divê aştiya civakî pêk were û heta pirsgirêka Kurd çareser nebe ne mimkun e aştî pêk were.