Di nobeta li dijî desteserkirina vînê de berxwedana Tişrînê hate silavkirin
Gel li ber Şaredariya Sêrtê ya hatî desteserkirin kom bûn û berxwedana Tişrîn silav kirin û peyama “Gelê Kurd wê têkneçûnê nîşanî her kesî bide” dan.
Gel li ber Şaredariya Sêrtê ya hatî desteserkirin kom bûn û berxwedana Tişrîn silav kirin û peyama “Gelê Kurd wê têkneçûnê nîşanî her kesî bide” dan.
Nobeta ji bo şermezarkirina desteserkirina şaredariyê 2 roj in ligel dorpêça polîsan li ber şaredariyê didome. Di çalakiyê de dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" û “Jin jiyan azadî” hat berzkirin. Di çalakiyê de pankartên "Qeyûm darbeya li hemberî vîna gel e" û “Em ê bi berxwedanê li dijî xespê derkevin, ne qeyûm demokrasî" hatin vekirin û daxuyanî hate dayîn.
Di nobetê de polîsan hewl dan ku berxwedan gel têk bibe û ciwanan binçav bike. Bi bertekên gel ciwan nehatin binçavkirin û bi dirûşm, çepik û tilîliyan helwesta polîsan hat şermezarkirin. Dû re daxuyanî hat dayîn.
‘HÛN ÇI BIKIN JÎ HÛN Ê BI SER NEKEVIN’
Parlamenterê DEM Partiyê Huseyîn Olan axivî û bal kişand ser berxwedana gel û got: "Gelê Sêrtê vîna xwe di sindoqan de nîşan da. Hûn çi dikin bikin hûn nikarin bi ser bikevin. Gel tayînkirina qeyûman û xespkirina vîna gel qebûl nake. Gelê xwedî li vîna xwe derdikeve."
Parlamenter Adalet Kaya jî di axaftina xwe de behsa desteserkirina şaredariyê kir û wiha axivî: "3 car in qeyûm tayînê Şaredariya Sêrtê dikin. Tayînkirina qeyûman tê wateya darbeya li hemberî demokrasiya welat. Em vê yekê qebûl nakin. Desthilatdarî ji bo domandina hebûna xwe wisa dike. Li Sêrtê, Akdenîzê û Mêrdînê gel li ber xwe dide. Li Bendava Tişrînê, li Mêrdîn û Pirsûsê gelê me li ber xwe dide. Em jî li vir li ber xwe didin. Em ê bi ser bikevin. Qeyûm dê ji vir biçin."
Çalakî bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Sêrtê" bi dawî bû.