Îmamoglû têkildarî 2 lêpirsînan îfade da

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû têkildarî 2 lêpirsînan de îfade da.

Ji ber daxuyaniyên têkildarî Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Akin Gurlek û gotinên têkildarî kesê pispor ê di dozên CHP’ê de cih digire, der heqê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû de de du lêpirsîn hatibûn vekirin. Îmamoglû, di çarçoveya lêpirsînan de îfade da.

Parêzerê Îmamoglû, Kemal Polat têkildarî mijarê got: “Îfadeyeke ji 8 rûpelan pêk tê da. 5 rûpel têkildarî Akin Gurlek û 3 rûpel jî têkildarî kesê pispor de ye. Îfadeya xwe bi devkî da û em ê nivîskî jî bidin.”