ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî hevdîtina bi Rêber Apo re hate kirin, wê bêne şopandin.

Bûyerên têkildarî desteserkirina îradeya li Şaredariya Sêrtê wê werin şopandin.

Xelkê Sêrtê diyar kir ku ew tayînkirina qeyûm qebûl nake û wê berxwedana xwe ya li dijî desteserkirina îradeyê dewam bike.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs destnîşan kir ku li Rojava ji bilî yekîtiyê alternatîfeke din a Kurdan nîne û got, yekîtî ji bo Kurdan mecbûrî ye.

Ji Koordînasyona Kongra Star Gulistan Gulo got, "Ji bo me xeta sor e ku di destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê de mafên jinan bêne parastin û temsîliyeta ji sedî 50'î bê dayin."

Parlamentera ji Partiya Sosyalîst a Awûstûryayê (SPO) Petra Bayr diyar kir ku bi bombekirina Bendava Tişrînê re pîvanên mirovî hatine binpêkirin û got, divê dawî li vê yekê bê anîn.

Şervanê Ereb Agirî Til Temir işaret bi girîngiya berxwedana li Bendava Tişrînê kir û got, "Em Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û Tirkmen têkoşîneke hevpar dimeşînin. Heta ku em hebin em ê li ber xwe bidin."

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.