Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan a Ewropayê (AABK), Federasyona Elewî Bektaşî, federasyona Komeleyên Elewiyan (ADFE), Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) û Weqfa Çandê ya Anatoliyê ya Haci Bektaş Velî li navçeya Bakirkoy a Stenbolê li otelekê bi mijara 'Elewî li ser aştiyê diaxivin' panelek lidar xistin.
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan jî di nav de nûnerên gelek partiyên siyasî û saziyan tevlî panelê bûn.
Tulay Hatîmogûllari li panelê axivî, bal kişand ser êrîşên li ser Elewiyan ên li Sûriyeyê û got, "Li Sûriyeyê tirba El Xasîdî ku ji bo Elewiyên Ereb nirxekî gelekî hêja ye hate şewitandin. Herî dawî jineke akademîsyen hate revandin û li gorî hin nûçeyan hate qetilkirin. Em zanin ku gelek şêxên Elewî hatin qetilkirin. Li hemberî van komkujiyên li Sûriyeyê, divê em karê xwe zêde bikin, xurt bikin û bibin dengê canên xwe yên Elewî yên li Sûriyeyê."
'GELÊ KURD WÊ AŞTIYEKE BI RÛMET QEBÛL BIKE'
Tulay Hatîmogûllari bi dewamî got, "Pirsgirêka Kurd zêdeyî 40 sal in bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd a li Tirkiyeyê re bû yek ji pirgirêkên herî girîng, sernavekî girîng. Têkoşîna azadî û nasnameyê ya gelê Kurd a li Tirkiyeyê, Sûriyeyê û Îranê gelekî girîng û bi wate ye. Êdî ne tenê rojeva vê herêmê û van welatan e, bûye rojeva tevahiya cîhanê. Rêveberiya Xweser a gelê Kurd ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew feraset e ku dikare komkujiyan bi dawî bike û bersivê bide pêwîstiya herêmê. Îro li Sûriyeyê Kurd ew hêz in ku li Rojhilata Navîn herî sekuler e, jiyaneke bi hev re ya hemû gel û baweriyên cuda diafirînin û temsîliyeta jinê ya li qada siyasetê û civakê pêk tînin.
PEYAMA RÊBER APO PARVE KIR
Em baş zanin û haya me jê heye ku ev desthilatdarî ji bo xurtikrina rejîma xwe ya heyî dikare serî li her rê û rêbazê bide. Gelê Kurd gelekî polîtîk e, gelekî bi rêxistin e û gelekî welê ye ku gotina 'xapandinê' qebûl nake. Aştiyeke bê rûmet, aştiyeke ku maf û rûmeta gelê Kurd naparêze, ji aliyê gelê Kurd ve nayê qebûlkirin. DEM Partî qebûl bike jî gelê Kurd qebûl nake. Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de ev yek bi şênberî got; Aştiyek bêyî muxalefetê nabe. Muxalefet nebe ev desthilatdarî wê her tiştî li gorî xwe bimeşîne. Di hevdîtina 4 saetan de got, 'Zemîna aştiyeke demokratîk ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, ji bo çareseriya pirsgirêka Elewî ya ku di dîroka vî welatî de timî hebû, ji bo temsîlkirina bawerî û gelên cuda yên li vî wlatî li ser bingeha mafê welatîbûna demokratîk, ji bo pêkanîna vê yekê bi destûra bingehîn a demokratîk re dixebitim'. Em gelekî girîng dibînin ku vê yekê bi we canên xwe re bi taybetî parve bikin."
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî bang li Elewiyan kir ku xwedî li vê pêvajoyê derkeve.
Panelê li çapemeniyê girtî dewam kir.