Girtiyên jin kampanya aştiyê silav kirin

29 girtiyên li Girtîgeha Girtî ıya Jinan a Bunyanê kampanya 'Milyonek îmze ji bo aştiyê' silav kirin.

Ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyanê ya Kayseriyê 29 girtiyên jin, têkildarî kampanya 'Milyonek îmze ji bo aştiyê' ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) daxuyaniyek dan.

Girtiyên ji sê koxûşên cuda yên girtîgehê name ji Serokwekîlê Koma Meclîsê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî re şandin û diyar kirin ku ew piştgiriyê didin kampanyayê.

Nameya girtiyan bi vî rengî ye:

"Eger em li derve bûna, em ê bibûna rêveberên vê kampanyayê. Lê belê em li vê derê ne. Weke mirovên ku ji bo aştiyê gelek berdêl dane, em piştgiriyê didin kampanyayê. Ji ber biryardarî, israr, berxwedêrî û hewldanên we, em we bi ruhê pêvajoyê silav dikin."

Girtiyên ku piştgirî dan kampanyayê: Ronahi Sırdaş, Sinem Oğuz, Sabiha Önalan, Dicle Bozan, Feride Güler, Seyhan Başak, Ayfer Başlığ, Nazlı Soglin, Şilan Obuz, Naime Encü, Mizgin Kayıtbey, Gülan Destan Yıldız, Leyla Baran, Gülgeş Tatlı, Ayhan Ateş, Gülazer Akın, Evin Zapsu, Gülistan Yılmaz, Delila Roj Erkmen, Mahnaz Aşurun, Dicle Muhamed, Fecriye Benek, Berivan Zadsan, Hacer Halil Yusuf, Rümeysa Bozkurt, Elif Kardağı, Merge Polat, Yaprak Taşçı, Gülsüm Log.