ROJANE
Hemû Nûçe
-
Du kadroyên pêşeng li Tûzlûçayirê tên bîranîn
Du kadroyên pêşeng Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan ên ku di Kongreya 12’emîn a PKK’ê de şehadeta wan hate ragihandin, li Taxa Tûzlûçayir a Enqereyê tên bîranîn. -
Apoyiyên destpêkê yên li Dersimê
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Alî Haydar Kaytan: Dema ku me biryara vegera li Kurdistanê da, ji xwe komeke me li Dersimê hebû. Endamên komê di dema betlaneyê de ji bo ciwanan tevlî komê bikin, dixebitîn. -
Taxa Apoyiyan: Tûzlûçayir
Ev taxa biçûk ku Kurd û Elewiyên Tirkmen ên xizan lê diman, di pêşketina tevgera şoreşgerî ya Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e. Ji ber ku hîmê bingehîn ê tevgera PKK'ê li vê derê hate danîn. -
TKP-ML’ê: Ne axa wan pêlê kirî û ne jî şiverêyên li ser meşiyane wê ti carî wan ji bîr neke
Komîteya Navendî ya TKP-ML’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ên ku bi berxwedana xwe ya li çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye û Rojhilata Navîn mohra xwe li dîrokê xistin bi bîr anî û diyar kir ku ew xwedî li bîranîna wan derdikevin. -
Ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan hate kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan. -
DEM Partî: Em Somayê nadin jibîrkirin!
Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê di 11’emîn salvegera komkujiya madenê ya Somayê de karkerên ku jiyana xwe ji dest dane, bi bîr anî û got: ‘’Hesaba hemû cînayetên karkeran dikare bes bi têkoşîneke ked, aşitî û edaletê were pirsîn.’’ -
KNK: Biryara PKK’ê dîrokî ye, divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin
KNK'ê têkildarî kongreya PKK'ê daxuyaniyek da û got, "Em bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên navneteweyî û hêzên cîhanî dikin, peywendiyên xwe yên li gel Tirkiyeyê ji bo serketina vê pêvajoyê bi kar bînin." -
ROJEVA 13'Ê GULANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Girtiyê nexweş Soydan Akay serbest hat berdan
Girtiyê nexweş Soydan Akay ê ku 32 sal in girtî ye û çar caran berdana wî hat astengkirin, serbest hat berdan. -
Nûçeyên li ser Kongreya PKK'ê
PKK'ê encamnameya kongreya xwe ya 12'emîn eşkere kir. Nûçe, analîz, dîmen û wêneyên têkildarî kongreyê... -
Mazlûm Ebdî: Divê aliyên peywendîdar gavên pêwîst bavêjin
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku gava nû ya ku ji hêla PKKê ve hatiye avêtin wê deriyên pêvajoyek siyasî û aştiyane li herêmê veke û got, "Hêviya me ew e ku hemû aliyên peywendîdar bi vê pêşveçûnê gavên pêwîst bavêjin." -
Berdevkê Sinn Feinê: Divê civaka navneteweyî roleke avaker bilîze
Berdevkê Karên Derve yê Sinn Feinê Laoghaire diyar kir ku ew piştgiriyê didin biyara PKK’ê û got: "Azadiya Abdullah Ocalan ji bo her lihevkirina siyasî pir girîng e. Divê civaka navneteweyî di pêşvebirina aştiyê de roleke avaker bilîze." -
Bafil Talabanî: Ji bo serketina vê gava dîrokî çi ji destê me bê em ê bikin
Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî diyar kir ku îradeya ku ji aliyê PKK’ê ve hatiye nîşandan gaveke dîrokî ye û got, ”Em bi biryar in ku ji bo serkeftina vê gava dîrokî, bi erka xwe rabin.” -
Tulay Hatîmogûllari: Rêya Tirkiyeya Demokratîk vebûye
Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku bi biryara PKKê re erka dikeve ser milê her kesî ew e ku "guherîn û veguherîna demokratîk li Tirkiyeyê misoger bike, di vî warî de gavên lezgîn bên avêtin û di avakirina Komara Demokratîk de pêşve biçe." -
DBP: Xurtkirina bingeha siyasî û demokratîk berpirsyariyeke dîrokî ye
Lijneya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê derbarê biryarên Kongra PKK'ê de daxuyaniyek nivîskî da û got, "Bi xwedîderketina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re xurtkirina vê bingehê berpirsiyariyeke dîrokî ye." -
Bahçelî: Aştî û biratî bi ser dikeve
Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî piştî biryara fesihkirina PKK’ê, spasiya Rêber Apo, DEM Partî û şandeya Îmraliyê kir û got, "Meşale hat pêxistin. Îro aştî û biratî bi ser dikeve. Îro siyaset û demokrasî bi ser dikeve.” -
Erkan Baş: Em ê rêhevaltiya têkoşîna azadiya gelê Kurd bikin
Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş daxuyaniya PKK’ê nirxand û got: ‘’Weke heya roja îroyîn bila ji niha û pê ve jî gumanên tu kesî nebin ku wê sosyalîst piştgiriyê bidin têkoşîna maf û azadiya gelê Kurd.’’ -
Die Linke: PKK’ê gaveke dîrokî avêt, divê Ocalan serbest bê berdan
Parlamenter Cansû Ozdemîr li ser hesabê fermî X’ê yê Koma Parlamentoyê ya Die Linke, derbarê biryarên kongreya PKK’ê peyam parve kir û got, “PKK'ê gaveke dîrokî avêt.” -
Hikûmeta Şamê: Kêliyeke pir girîng e
Wezîrê Derve yê hikûmeta demkî ya Şamê Esed Şeibanî diyar kir ku biryara fesihkirina PKK’ê ji bo aramiya herêmê "kêliyeke pir girîng" e. -
Demîrtaş: Em vê gava dîrokî bi coş pêşwazî dikin
Siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş ê ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, derbarê biryarên kongreya PKK’ê de got, "Em vê gava dîrokî ya ku ji bo bîranîna Sirri hatiye avêtin bi coş pêşwazî dikin.” -
Hakan Fîdan: Biryareke girîng û dîrokî ye
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan têkildarî biryara PKK’ê got ku biryareke ‘’dîrokî’’ û ‘’girîng’’ e. -
Bakirhan: Li pêşiya avakirina Tirkiyeyê êdî ti hincetên bibin asteng nema
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan bi daxuyaniyekê biryarên kongreya PKK'ê silav kir û got, "Li pêşiya çareserkirina pirsgirêka Kurd, avakirina Tirkiyeyeke demokratîk êdî ti hinceteke bibe asteng nemaye." -
Pervîn Bûldanê bang li Meclîsê kir ku li erka xwe rabe
Piştî ku PKK ragihand ku xwe fesx kiriye Endama Heyeta Îmraliyê Parvîn Bûldan bang li Meclîsê kir ku li erka xwe rabe. -
Bayhan: Divê daxwazên demokratîk ên gelê Kurd bêne qebûlkirin
Îskender Bayhan diyar kir ku daxuyaniya fesixkirinê ya PKK'ê girîng e û got, "PKK'ê xwe fesix kir. Ji aliyê xwe ve çek bêdeng kir. Lê belê divê destpêkê operasyon bêne rawestandin û daxwazên demokratîk ên gelê Kurd bêne qebûlkirin." -
Serokwekîlê Giştî yê AKP'ê: Mekanîzma wê li gorî ya pêwîst bi cih bêne anîn
Serokwekîlê Giştî yê AKP'ê Efkan Ala piştî ragihandina biryarên kongreyê yên PKK'ê daxuyaniyek da û got, "Mekanîzmayên têkildarî pêvajoyê li gorî ya pêwîst wê bi cih bêne anîn."