Nûçeya Lezgîn: Encama danezanê ya PKK'ê hate eşkerekirin: Karên bi navê PKK'ê têne meşandin hemû hatin bidawîkirin

Demîrtaş: Em vê gava dîrokî bi coş pêşwazî dikin

Siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş ê ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, derbarê biryarên kongreya PKK’ê de got, "Em vê gava dîrokî ya ku ji bo bîranîna Sirri hatiye avêtin bi coş pêşwazî dikin.”

Li gorî daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê, endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan li Girtîgeha Edîrneyê serdana Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş kir

Hat diyarkirin ku piştî hevdîtinê li ser geşedanên dawî danûstendin hatine parvekirin û peyama Demîrtaş hat parvekirin:

“Ez silav û hezkirinên xwe ji her kesî re dişînim.

Em hem êş û bîranîna kekê Sirri dijîn û hem jî hêviya gavên ji bo aştiyê tên avêtin.

Bi minasebeta encamnameya kongreya PKK’ê ez spasiya rêveberiya PKK’ê ya ku ev biryar girtiye, bi taybetî jî spasiya birêz Ocalan dikim. Ez spasiya serokomar, birêz Bahçelî, birêz Ozel û rêveberiya DEM Partiyê, hemû serokên partiyên siyasî, bi taybetî birêz Ahmet Turk û birêz Pervîn Bûldan dikim. Em vê pêngava dîrokî ya ku weke gaveke mezin ku ji bo bîranîna kekê Sirri hatiye avêtin bi coş û kelecan pêşwazî dikin.

Êdî ji bo aştî, aramî, refah, demokrasî û azadî têkeve meriyetê û ji bo Tirkiye di her warî de mezin bibe bi hev re dest bi xebatên ji dil bikin, hatiye. Ji bo me hemûyan bi xêr be.”