Nûçeya Lezgîn: Encama danezanê ya PKK'ê hate eşkerekirin: Karên bi navê PKK'ê têne meşandin hemû hatin bidawîkirin

Bayhan: Divê daxwazên demokratîk ên gelê Kurd bêne qebûlkirin

Îskender Bayhan diyar kir ku daxuyaniya fesixkirinê ya PKK'ê girîng e û got, "PKK'ê xwe fesix kir. Ji aliyê xwe ve çek bêdeng kir. Lê belê divê destpêkê operasyon bêne rawestandin û daxwazên demokratîk ên gelê Kurd bêne qebûlkirin."

Pêvajoya ku bi banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo re destpê kir, bi biryarên PKK'ê yên ji bo fesixkirinê re derbasî qonaxeke cuda bû. Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Kedê EMEP'ê Îskender Bayhan daxuyaniya PKK'ê ji ANF'ê re nirxand.

BIRYARA PKK'Ê JI BO TÊKOŞÎNA SOSYALÎZMÊ DI ASTA DÎROKÎ DE GIRÎNG E

Bayhan anî ziman ku bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya PKK'ê hem ji bo pirsgirêka Kurd hem jî ji bo têkoşîna sozyalîzmê xwedî girîngiyeke dîrokî ye û got, "Biryara PKK'ê ya danîna çekan û xwe fesixkirinê, hem ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê hem jî ji bo têkoşîna sosyalızm û mafên demokratîk ên kedkaran û çîna karker, di asta dîrokî de girîng e, wê bibe serdemeke girîng. Em, bi salan e, partiya me, hêzên demokratîk şoreşger ên vî welatî, rewşenbîr, zanyar, akademîsyen bi hemû hêza xwe têdikoşin ku pirsgirêka Kurd bê çek, bi rêbazên aştiyane bê çareserkirin û vê daxwazê tînin ziman. Ev biryara PKK'ê ji ber vê yekê gelekî girîng e."

DIVÊ EM DI TÊKOŞÎNA DEMOKRASÎ Û SOSYALÎZMÊ DE BIBIN YEK

Bayhan destnîşan kir ku divê ew êdî di têkoşîna sosyalîzmê de bibin yek, destketiyan hîn bêhtir bi pêş ve bibin.

Bayhan got, "Belê li vî welatî êdî çek bêdeng bûn, PKK'ê xwe fesix kir, ji aliyê xwe ve çek bêdeng kir, lê belê di serî de rawestandina operasyonan divê daxwazên demokratîk ên gelê Kurd bêne qebûlkirin, bi rengekî rasteqîn serweriya gel pêk were, ji bo têkoşîna sosyalîzm û demokrasiyê em bibin yek û destketiyan bi pêş ve bibin. Têkoşîneke xurt a ji bo vê yekê pêwîstî ye."