Nûçeya Lezgîn: Encama danezanê ya PKK'ê hate eşkerekirin: Karên bi navê PKK'ê têne meşandin hemû hatin bidawîkirin

Serokwekîlê Giştî yê AKP'ê: Mekanîzma wê li gorî ya pêwîst bi cih bêne anîn

Serokwekîlê Giştî yê AKP'ê Efkan Ala piştî ragihandina biryarên kongreyê yên PKK'ê daxuyaniyek da û got, "Mekanîzmayên têkildarî pêvajoyê li gorî ya pêwîst wê bi cih bêne anîn."

Serokwekîlê Giştî yê AKP'ê Efkan Ala li ser X'ê daxuyanî da û anî ziman ku bi biryara PKK'ê re qonaxeke girîng hatiye derbaskirin û debasî asteke girîng bûye.

Efkan Ala got, "Di vê qonaxa girîng de mekanîzmayên li ser karên bêne kirin û rêvebirina pêvajoyê wê li gorî ya pêwîst bi cih bêne anîn. Em bi biryardarî ber bi armanca 'Tirkiyeya bê teror' dimeşin ku Birêz Serokkomarê me Recep Tayyîp Erdogan û Birêz Devlet Bahçelî bi îrade û berxwedêriya xwe danîn holê."