Nûçeya Lezgîn: Encama danezanê ya PKK'ê hate eşkerekirin: Karên bi navê PKK'ê têne meşandin hemû hatin bidawîkirin

Pervîn Bûldanê bang li Meclîsê kir ku li erka xwe rabe

Piştî ku PKK ragihand ku xwe fesx kiriye Endama Heyeta Îmraliyê Parvîn Bûldan bang li Meclîsê kir ku li erka xwe rabe.

Pervîn Bûldan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re têkildarî biryarên Kongreya PKK’ê axivî û got: ‘’Geşedaneke dîrokî ye. Tê wateya bidawîbûna şer û pevçûnên li Tirkiyeyê û destpêkirina serdema demokratîkbûyînê. Ev qonaxa demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye. Ev têkoşîna gelê Kurd ya bi salan divê êdî tavilê bi aşitiyê were tacîdarkirin.”

Pervîn Bûldanê diyar kir ku divê hemû kes erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û got: ‘’Aliyan êdî biryarên xwe dane. PKK’ê biryara xwe daye û derbasî qonaxeke din bûye. Di vê qonaxê de erk û berpirsiyarî dikevin ser milên her kesî. Divê em wan bi cih bînin. Helbet divçBirêz Ocalan rola xwe bilîze û di dewrê de. Çimkî di dîzaynkirina siyaseta demokratîk de roka Birêz Ocalan gelekî girîng û mezin e. Ji ber wê yekê jî divê hevdîtin berdewam bikin, şertên û mercên Birêz Ocalan werin başkirin, ji bo Îmraliyêçûn û hatin çêbibin û bi Birêz Ocalan re têkildarî aşitiyê gotûbêj werin kirin.”

Bûldan herî dawiyê bang li Meclîsê kir ku bikeve dewrê û ev yek anîn ziman:

‘’Helbet divê Meclîs bikeve dewrê. Di vê mijarê de hin erk û berpirsiyariyên dikevin berê Meclîsê hene. Derxistin û sererastkirina hin yasayan… Ez vê yekê di çarçoveya demokratîkbûyînê de tînim ziman. Çimkî li Tirkiyeyê bêhiqûqiyên mezin hene. Bêedaletiyên gelekî mezin rû dan. Ev yek li hemberî hemû beşên civakê pêk hatin. Helbet ez ne bê hêvî me lê belê hewceyî bi demê heye. Divê di demeke kurt de êdî her kes berpirsiyariyên xwe bi cih bîne.’’