Die Linke: PKK’ê gaveke dîrokî avêt, divê Ocalan serbest bê berdan
Parlamenter Cansû Ozdemîr li ser hesabê fermî X’ê yê Koma Parlamentoyê ya Die Linke, derbarê biryarên kongreya PKK’ê peyam parve kir û got, “PKK'ê gaveke dîrokî avêt.”
Parlamenter Cansû Ozdemîr li ser hesabê fermî X’ê yê Koma Parlamentoyê ya Die Linke, derbarê biryarên kongreya PKK’ê peyam parve kir û got, “PKK'ê gaveke dîrokî avêt.”
Peyama li ser hesabê X’ê ya Partiya Çep a Elman wiha ye:
"PKK gaveke dîrokî avêt û di bin şert û mercên dijwar de deriyên pêvajoyeke aştiyê vekir. Niha dora hikûmeta Tirkiyeyê ye: pêvajoyeke aştiyê tenê dikare di bin şert û mercên wekhev de û bi mafên wekhev pêk were.
Ji ber vê yekê, divê azadiya Abdullah Ocalan wekî şirîkê diyalogê yê rasterast bi qanûnî were misogerkirin û ewlekirin. Ev di heman demê de tê wateya serbestberdana hemû girtiyên siyasî û bidawîanîna tundûtûjiya leşkerî ya artêşa Tirk e.
Hikûmeta Elmanyayê niha dikare roleke avaker bilîze û divê piştgiriyê bide vê derfeta dîrokî ya ji bo aştî û demokrasiyê. Pêngava yekem divê Elmanya de dawî li krîmînalîzekirina Kurdan a ku xwe dispêe ser bingeha qedexeya PKK’ê û şandina çekan ji bo Tirkiyeyê rawestîne.”