Du kadroyên pêşeng li Tûzlûçayirê tên bîranîn

Du kadroyên pêşeng Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan ên ku di Kongreya 12’emîn a PKK’ê de şehadeta wan hate ragihandin, li Taxa Tûzlûçayir a Enqereyê tên bîranîn.

ALÎ HAYDAR KAYTAN-RIZA ALTÛN

Di encamnameya kongreye de hate ragihandin ku Alî Haydar Kaytan 3’yê Tîrmeha 2018’an û Riza Altûn jî 25’ê Îlona 2019’an şehîd bûne.

Her du kadroyên pêşeng îro li mala Altûn a li Taxa Tûzlûçayir a Enqereyê tên bîranîn.

Wêneyên Altûn û Kaytan û sernivîseke bîranîn jî li cihê bîranînê hatin danîn.

Di dema bîranînê de wê li ser jiyana Altûn û Kaytan sînevîzyon jî were temaşekirin.

Tê payîn ku Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari û gelek siyasetmedar beşdarî bîranînê bibin.