Bahçelî di daxuyaniya nivîskî de ev tişt anî ziman: "Divê atmosfera aştî û ewlehiyê mayînde û rastîn be. Ev welat aîdî me hemûyan e, ev ji bo her kesê ku li ser vî welatî dijîn meseleya şeref û rûmetê ye."
MEŞALE HAT PÊXISTIN
Bahçelî îdia dikir ku Tirk û Kurd her tim yek û bi hev re bûne û wiha domand:
“Kî çi bêje bila bêje, kî xwe dispêre statukoya heyî û îdiayên marjînal ên bingehîn, meşaleya Tirkiyeyek bêteror hatiye pêxistin. Îro, aştî û biratîbi ser dikeve. Îro, siyaset û demokrasî bi ser dikeve. Îro, ji rojhilat heta rojava, ji başûr heta bakur milletp Tirk bi ser dikeve. Sîstema Hikûmeta Serokatiyê qonaxa sêyemîn a Komara Tirkiyeyê ye. Ji niha û pê ve, mil bi mil û bi hev re bimeşin.”
Bahçelî di peyama xwe de spasiyên xwe ji bo hewldanên Rêber Apo, Sirri Sureyya Onder, DEM Partî û Şandeya Îmraliyê kir û wiha got:
"Bi vê wesîleyê, ez bi rêzdarî Sirri Sureyya Onder ê ê ku di 3’yê Gulana 2025’an de koça dawî kirî bîr tînim. Ez dixwazim spasiya xwe ji serokkomarê me re bikim ku armanca Tirkiyeyek bê teror kir polîtîkayeke dewletê, helwest û nêzîkatiya xwe ya fedakar nîşan da, ji hevkarên wî yên ku di burokrasiya partî û dewletê de ne û piştgirî dan mîmariya pêşerojek bê teror, ji rêberê damezrîner ê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku bi banga 27’ê Sibatê ya ji bo aştî û civaka demokratîk berpirsiyariya dîrokî girt ser xwe, ji şandeyên ku di navbera Îmralî-DEM Partî-Qendîlê de hevdîtin pêk anîn, ji hevserok, rêveber û parlamenteran re… pêşkêş dikim.”