BI DÎMEN

Ji bo 3 gerîlayên YRK’ê li Parîsê bîranîn

3 gerîlayên YRK’ê yên ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li banliyoya Villiers le Bel a Parîsê bi merasîmekê hatin bîranîn.

GERÎLAYÊN YRK’Ê YÊN ŞEHÎD HATIN BÎRANÎN

Li banliyoya Villiers le Bel a paytexta Fransa Parîsê, ji bo şervanên YRK’ê Cengawer Mikayîl (Hîdayet Resûlî), Andok Tolhildan (Omer Firat) û Raman Rênas (Îrfan Zendî) ên ku 14’ê Tîrmehê li Pênciwên di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Villiers Le Bel hate lidarxistin û gelek Kurdistanî beşdarî bîranînê bûn. Di bîranînê de pratîkên têkoşîna gerîlayên şehîd û jiyana wan hate vegotin û soz hate dayîn ku têkoşîna wan were domandin.