Girtiyê 31 salan hate berdan: Me serî netewand

Girtiyê 31 salan Ahmet Zenger ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê hate tehliyekirin. Zenger li gundê Xirabşeref a girêdayî Hezex a Şirnexê bi coş hate pêşwazîkirin.

Ahmet Zenger ku 31 salan girtî bû û li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê dihat ragirtin, duh hate tehliyekirin. Zenger, li gundê xwe Xirabşeref ê Hezex a Şirnexê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Federasyona Komeleyên Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAD-FED), Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kesan, Zenger li bajarokê Erebanê pêşwazî kirin. Zenger, ji vir bi konvoyeke wesayîtan ber bi gund ve kete rê.

Zenger, di ketina gund de ji hêla girseyeke qelebalix ve hate pêşwazîkirin. Zenger, kevokên sembola azadiyê firand û got: “Em bi serbilindî derketin. Her çend derketina me dirêj kiribin jî me serî netewand. Em bi gelê xwe serfirazin û serbilindin.”

Ji TUHAD-FED'ê Aydin Denîz jî got ku diviyabû Zenger salek û nîv berê bihata berdan û ev tişt anî ziman: “Tehliyeya wî her çend bi awayekî keyfî hatibe taloqkirin jî, îro ji hêla fîzîkî ve azad bû. Em dixwazin ku bi hezaran hevalên me yên din ên dîlgirtî jî bên berdan.” Denîz, hêvî kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtî azad bibin.  

Abdullah Gungen ê DEM Partiyî jî wiha got: “Bedela têkoşîna azadî, rûmet û hebûnê giran e. Hevalê me Ahmet ev 31 sal in di zindanê de bû. Em gelek keyfxweşin ku niha di nav me de ye.”

Zenger (63), di sala 1993’yan de li gundê xwe hate binçavkirin. Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê birî. Zenger yek ji girtiyên nexweş bû û piştî 31 sal û 6 mehan hate berdan.