Xelatgirên Nobelê li dijî tecrîdê name ji Erdogan re şandin

69 Xelatgirên Nobelê li dijî tecrîda li Îmraliyê name ji Serokkomarê Tirk Erdogan re nivîsandin.

JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ

Ji hemû disîplînan 69 xelatgirên Nobelê li dijî tecrîda Îmraliyê, name ji Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re şandin. Name bi vî rengî ye:

“Di Çileya 2021’an de ji hemû disîplînan nêzî 50 Xwediyên Xelata Nobelê têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û muameleya xirab a li girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê tê kirin, nameyek nivîsandibûn û fikarên xwe anîbûn ziman. Birêz Ocalan di 21’ê Adara 2021’an de bi rêya telefonê bi birayê xwe re hevdîtin kir, lê hevdîtin di nîvî hate qutkirin û ji wê demê û vir ve bi temamî ji cîhana derve hatiye îzolekirin û şert û mercên ku ew di nav de ye xirab dibin. Em 69 Xwediyên Xelata Nobelê ji bo fikarên xwe yên têkildarî vê yekê îfade bikin, dinivîsin.

Di cîhaneke ku tundî, mirin, hilweşandin û şer lê zêde de, piştî dagirkirina Ûkraynayê gefê Rusyayê yên ji bo bikaranîna çekên nukleer jî di nav de, hemû jiyana di vê gerekstêrkê de bi siberojeke nediyar re rû bi rûye. Pêdiviya me ji her demê zêdetir, bi lîderên ku xwedî wê cesaretê ne rêyên cuda bişopînin, heye. Em bawer dikin ku her cure çalakiya ku îşaret bi rêyeke cuda dike, divê were şopandin. Di vî warî de, Birêz Serokkomar Erdogan, em rica dikin ku rêya aştiyê hûn car din bişopînin.

Em hemû dizanin, hûn bawer dikin ku aştî pêkane û ev ne rêyeke hêsan e. We, ev yek bi hevdîtinên Oslo (2009-2011) û pêvajoya Îmraliyê (2013-2015) re nîşan da; di van pêvajoyan de di bin rehberî û kontrola we de nûnerên hikûmetê têkildarî potansiyela aştiyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Di van hevdîtinan de her çendî ku aştî çênebibe jî, nayê wê wateyê ku aştî û lihevkirin nepêkan e.

Em ji we rica dikin ku ji bo aştiyê, hûn hewldanên xwe yên ku we bi hevdîtinên Osloyê û pêvajoya Îmraliyê re dayî destpêkirin, car din zindî bikin û nûnerên xwe ji bo hevdîtininên nû yên bi Birêz Ocalan re bişînin û dawî li tecrîda li Girava Îmraliyê bînin.

Pêdiviya cîhanê bi lîdertiya nû û hatî ronîkirin û bi dawî anîna tundî û şer heye.”

LÎSTEYA ÎMZEVANAN

"Jody Williams, Xelata Aştiyê ya Nobel (1997)

Peter Agre, Kimya, ABD, 2003

Thomas R. Cech, Kimya, ABD, 1989

Martin Chalfie, Kimya, ABD, 2008

Aaron Ciechanover, Kimya, İsrail, 2004

Johann Deisenhofer, Kimya, Almanya, 1988

 Gerhard Ertl, Kimya, Almanya, 2007

Joachim Frank, Kimya, ABD/Almanya, 2017

Walter Gilbert, Kimya, ABD, 1980

Alan Heeger, Kimya, ABD, 2000

Richard Henderson, Kimya, Qraliyeta Yekgirtî, 2017

Robert Huber, Kimya, Almanya, 1988

Martin Karplus, Kimya, ABD, 2013

Roger D. Kornberg, Kimya, ABD, 2006

 Yuan T. Lee, Kimya, Japonya, 1986

Michael Levitt, Kimya, ABD/İsrail/Qraliyeta Yekgirtî, 2013

Hartmut Michel, Kimya, Almanya, 1988

Paul L. Modrich, Kimya, ABD, 2015

John C. Polanyi, Kimya, Kanada, 1986

Jean-Pierre Sauvage, Kimya, Fransa, 2016

Richard R. Schrock, Kimya, ABD, 2005

Sir James Fraser Stoddart, Kimya, ABD/Qraliyeta Yekgirtî, 2016

Arieh Warshel, Kimya, İsrail, 2013

Sir Oliver Hart, Ekonomi, ABD/Qraliyeta Yekgirtî, 2016

 Finn E. Kydland, Ekonomi, Norveç, 2004

Eric S. Maskin, Ekonomi, ABD, 2007

Edmund S. Phelps, Ekonomi, ABD, 2006

J. M. Coetzee, Edebiyat, Başûrê Efrîqa, 2003

Elfriede Jelinek, Edebiyat, Avusturya, 2004

Herta Müller, Edebiyat, Almanya, 2009

Orhan Pamuk, Edebiyat, Türkiye, 2006

Wole Soyinka, Edebiyat, Nijerya, 1986

Harvey J. Alter, Tıp, ABD, 2020

Andrew Z. Fire, Tıp, ABD, 2006

H. Robert Horvitz, Tıp, ABD, 2002

Tim Hunt, Tıp, Qraliyeta Yekgirtî, 2001

Louis J. Ignarro, Tıp, ABD, 1998

Barry J. Marshall, Tıp, Avustralya, 2005

Ardem Patapoutian, Tıp, Lubnan/ABD, 2021

Sir Peter J. Ratcliffe, Tıp, Qraliyeta Yekgirtî, 2019

 Charles M. Rice, Tıp, ABD, 2020

Sir Richard J. Roberts, Tıp, ABD/Qraliyeta Yekgirtî, 1993

Michael Rosbash, Tıp, ABD, 2017

Gregg L. Semenza, Tıp, ABD, 2019

Jack W. Szostak, Tıp, Qraliyeta Yekgirtî/ABD, 2009

Mairead Corrigan-Maguire, Aştî, İrlanda, 1976

Shirin Ebadi, Aştî, ABD, 2003

Adolfo Perez Esquivel, Aştî, Arjantin, 1980

Dmitry Muratov, Aştî, Rusya, 2021

Oscar Arias Sanchez, Aştî, Kosta Rika, 1987

Kailash Satyarthi, Aştî, Hindistan, 2014

Rigoberta Menchu Tum, Aştî, Guatemala, 1992

Jody Williams, Aştî, ABD, 1997

Barry Clark Barish, Fizik, ABD, 2017

J. Georg Bednorz, Fizik, Almanya, 1987

Steven Chu, Fizik, ABD, 1997

Albert Fert, Fizik, Fransa, 2007

Sheldon Glashow, Fizik, ABD, 1979

David J. Gross, Fizik, ABD, 2004

Serge Haroche, Fizik, Fransa, 2012

Gerardus 't Hooft, Fizik, Hollanda, 1999

Takaaki Kajita, Fizik, Japonya, 2015

Ferenc Krausz, Fizik, Avusturya, 2023

John C. Mather, Fizik, ABD, 2006

Michel Mayor, Fizik, Swîsre, 2019

Konstantin Novoselov, Fizik, Qraliyeta Yekgirtî, 2010

Giorgio Parisi, Fizik, İtalya, 2021

Roger Penrose, Fizik, Qraliyeta Yekgirtî, 2020

Robert Woodrow Wilson, Fizik, ABD, 1978

David J. Wineland, Fizik, ABD, 2012."