Rojnamevanên Misrî banga rawestandina dagirkeriya Tirk kirin

Rojnamevanên Misirî diyar kirin ku ji bo êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Iraq û Başûr, Sûriye û Rojava bên rawestandin, pêwîstî bi tevgereke Erebî heye.

Têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê, Iraqê, Sûriye û Rojava rojnamevanên Misrî ji ANF’ê re axivîn.

Rojnamevanê Misrî Fethî Mehmûd diyar kir ku ev dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûriye û Iraqê ne nû ye û destnîşan kir ku di heman demê de ev dagirkerî nîşan dide ku rejîma Tirk di nav şert û mercên siyasî yên zehmet re derbas dibe.

Mehmûd destnîşan kir ku ev êrîş bandorê li gelê bêguneh dikin û binesaziya herêmên Kurd dikin hedef û ragihand ku ev yek tê wateya binpêkirina hemû pîvan, peyman û zagonên mirovî yên navneteweyî.

Rojnamevanê din ê Misrî Welîd El-Remalî di hevpeyvîna xwe ya ku me bi rêya telefonê pêre kirî de, anî ziman ku raporên Amerîkayê nîşan didin ku zêdetirî 300 tankên Tirkiyê derbasî nava axa Iraqê bûne û bal kişand ser helwesta Ereban a li dijî dagirkeriya Tirkiyê. El-Remalî wiha pêde çû, "Komîteyeke erebî ji bo rûbirûbûna destwerdanên Tirkiyê li welatên Ereb hatiye avakirin, lê mixabin ji nişka ve ev komîte ji nav çû û êdî em nabihîzin û her wiha ti biryarên wê nehatine pêkanîn.

Helwesta Ereban li hember êrîşên li ser Iraqê qelse.  Hin aliyên Îraqî jî di rûbirûbûna dagîrkerîya Tirkîyeyê de xemsar in. Malbata Barzanî ji bo dagirkeriyê, piştgiriyê dide Enqereyê. Her wiha divê welatên Ereb li dijî êrîşên Tirkiyê tevbigerin, ji ber ku ew êrîş li dijî hemû welatan e."