BI DÎMEN

Li Bûrsayê milîsên HBDH'ê agir berdan kargehan

Milîsên Canfeda Soro yên HBDH’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê, li Bûrsayê agir berdan kargehan.

LI BÛRSAYÊ ÇALAKÎ

Milîsên Canfeda Soro yên HBDH’ê têkildarê çalakiya ku li Bûrsayê pêk anîne daxuyaniyek nivîskî weşandin. Di daxuyaniya HBDH’ê de ev agahî hatin dayîn;

"Milîsên Canfeda Soro yên HBDH’ê di 23'ê Tîrmehê de saet dora 09.00'an kargehên hilberîna kaxizê, tesîsa nûkirinê û kargeha tekstîlê ya li Taxa Mehemet Çelebî ya navçeya Yildirm a li Bûrsayê, bi çalakiya sabotajê ya hemwext hatin hedefgirtin. Di çalakiya bersivdayînê ya serketî ya li dijî operasyonên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê dewam dike de, her sê kargeh bi temamî şewitîn û zerarekek mezin a madî pêk hat.

Yekîneya ku çalakî pêk anîn, bi awayekî ewle xwe gihand qadên xwe."