ROJANE
Hemû Nûçe
-
Girtîgehê bi ‘Tîpa Bîrê’ cihên nû yên êşkenceyê ne
Li girtîgehên bi tîpa Y û S ku parêzvanên mafên mirovan wan weke ‘tîpa bîrê’ pênase dikin, bi hezaran girtî tecrîdkirî ne. Wezareta Edaletê daneyên giştî parve nakin. -
ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li sê bajaran banga berdana girtiyên nexweş hate kirin
Di çalakiyên li Stenbol, Îzmîr û li Enqereyê ji aliyê parêzvanên mafên mirovan ve hatin li darxistin de daxwaza demildest berdana girtiyên nexweş hate kirin. -
PÎK’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
PÎK'ê 100’emîn salvegera dargekirina Şêx Seîd û hevalên wî bi hûrmet bi bîr anî û got, “Şêx Seîd ne tenê rêberek bû, ew sembolek e: sembola berxwedanê, yekîtiyê û xewna azadiyê.” -
Ji bo Qada Galatasarayê kampanya
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ji bo Qada Galatasarayê ji çalakiyan re were vekirin kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. -
Dayikên Şemiyê ji bo kesên li Şirnexê hatine qetilkirin, kom bûn
Dayikên Şemiyê daxwaz kirin ku kujerên 5 kesên ku beriya 32 salan li Şirnexê hatin qetilkirin, bên darizandin. -
Turkdogan: Têkildarî pêvajoyê temînateke yasayî şert e
Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan ku di nava heyeta bi Wezîrê Edalet re hevdîtin pêk anî de jî cih girtibû, got: ‘’Sedema bi giranî tevgerîna burokrasiya dewletê ew e ku pêvajoyê temînateke yasayî tune ye.’’ -
DEM Partî li Emerîkayê dest bi hevdîtinan kir
Şandeya DEM Partiyê di 22-28’ê Hezîranê de li Emerîkayê dest bi hevdîtinan kir. -
Li Tirkiyeyê her roj bi navînî hezar û 31 zarok dibin sûcdar an jî mexdûr
Li gorî daneyên Wezareta Edaletê li Tirkiyeyê di sala 2024’an de li girtîgehan zêdeyî 200 hezar girtiyên zarok hene. -
ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Berdevka DEM Partiyê: Divê demildest komîsyoneke rayedar a taybet were avakirin!
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku têkildarî pêvajoyê ji bo avakirina komîsyoneke li Meclîsê, mutabaqata esas heye û got, divê demildest komîsyoneke rayedar a taybet were avakirin. -
Rêber Apo: Xeta Şêx Seîd wê bi paradîgmaya neteweya demokratîk bigihêje wateya xwe
Rêber Apo peyamek ji konferansa "100 saliya Serhildan Şêx Seîd, Tevgera Azadî, Şêx Seîd û hevalên wî, bîr û îtiraza kolektîf" re şand û got, "Xeta Şêx Seîd dema ku bi paradîgmaya neteweya demokratîk re bû yek wê bigihêje armanca xwe ya rasteqîn." -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêber Apo û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza hevdîtinê careke din serlêdan kirin. -
Berdana hevşaredara berê ya Qereyaziyê hate astengkirin
Berdana hevşaredara berê ya navçeya Qereyaziyê ya Erziromê Melîke Goksû bi awayekî keyfî 3 mehan hate taloqkirin. -
ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rojnamevan Metîn Yoksû hat girtin
Rojnamevan Metîn Yoksû yê ku di çarçoveya lêpirsîna Artvînê de ji bo îfadeyê çû dozgeriyê, ji hêla Dadgeriya Cezayê ya Sulhê ya Êlihê ve hat girtin. -
Parlamenter Bozan: Doza Kobanê hilweşiya, demildest hevalên me berdin!
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê, parêzer Alî Bozan biryara bihincet a Doza Kûmpasê ya Kobanê ku ji 32 hezar rûpelan pêk tê nirxand û got, “Bi fermî hilweşiya." -
Rojnamevana ku çeteya fihûşê gef lê xwaribû, serlêdana sûc kir
Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê ku li Şirnexê ji ber teşhîrkirina “çeteya fihûşê” gef lê hatibû xwarin, serlêdana sûc kir. -
HDK’ê bi wesîleya Rojiya Mûharremê daxuyanî da
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi wesîleya Rojiya Mûharremê ku ji aliye civakên Elewî û Şîe (Caferî) ve hatiye dest pê kirin û 12 roj didome, daxuyanî da. -
Heyeta Îmraliyê bi Kûrtûlmûş re hevdîtin kir: Pêvajo gihîştiye qonaxeke girîng
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê daxuyaniyek hate dayin. Pervîn Bûldan got, "Pêvajo gihîştiye qonaxeke girîng." -
Şewata li Foçayê hate kontrolkirin
Şewata daristanan a li Foçayê û taxa Ilipinarê belav bû û 175 mal hatin veguhestin, hate kontrolkirin. -
DFG'ê hişyarî da wan kesan ku gef li rojnamevan Zeynep Dûrgût xwarin
Komeleya Rojnamevan a Dîcle Firatê (DFG) nerazîbûneke tund nîşanî gefên li hemberî rojnamevan Zeynep Dûrgût da, ku 'Çeteya Fûhûşê' ya li Şirnexê eşkere kir. -
Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Serokê Meclîsê destpê kir
Hevdîtina navbera endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş destpê kir. -
Heyeta Îmraliyê wê bi Serokê Meclîsê re hevdîtinê bike
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê bi Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş re hevdîtinê bike. -
Şewata li Foçayê mezin dibe
Agirê ku li navçeya Alîaga bi daristanê ket û li taxa Ilipinar a Foçayê belav bû, mezin dibe.