Wezareta Edaletê ji bo sewqkirina ji girtîgehê, ji malbatan pere xwest

Kedkarê Grup Yorum Vedat Dogan ji bo protestokirina şert û mercên tecrîda li Girtîgeha Tîpa Y a Kirşehîrê 116 roj in di greva birçîbûnê de ye. Dayika Vedat, Sara Dogan destnîşan kir ku Wezareta Edaletê ji bo sewqkirinê, pereyê rê ji wan xwestiye.

Kedkarê Grup Yorum Vedat Dogan piştî êrîşa Çaglayan a 6’ê Sibatê, hate binçavkirin û bi rengekî bêhiqûqî hate girtin. Dogan sirgûnê Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Kirşehîr a Girtîgeha Marmarayê hate kirin. Dogan li vir ji bo protestokirina tecrîda ku li girtiyên siyasî tê ferzkirin, dest bi greva birçîbûnê kir. Dogan ji bo sewqî nexweşxaneyeke li nêzî malbata xwe bê kirin, 116 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Dayika Vedat Dogan, Sara Dogan ji ANF’ê re axivî.

Sara Dogan diyar kir ku kurê wî divê vîtamîna B bistîne, lê dozaja wê ji aliyê bijîjk ve hate astengkirin û got ku ji ber vê yekê rewşa tenduristiya wî her diçe, xirab dibe. Sara Dogan banga hestiyariyê li hemû kesê kir.

‘KURÊ MIN MÎNA HZ. YÛSÛF AVÊTINE BÎRÊ’

Sara Dogan ji bo ku tevlî dadgeha Halît Yakût a di 25’ê Tîrmehê de hatî lidarxistin, bibe ji Edeneyê hat Stenbolê. Halît Yakût bi kurê wê re di heman girtîgehê de ye û ew jî di greva birçîbûnê de bû. Tehliyebûna Yakût, ji bo Sara Dogan bû hêvî ku kurê wê jî were berdan. Sara Dogan ragihand ku piştî Vedat û hevalên wî sirgûnî Tîpa Y a Kirşehîrê hatin kirin, rojên gelek zehmet jiyan kirin û destnîşan kir ku kurê wê bi mehane di bin şert û mercên hepsa muebed a girankirî de tê ragirtin. Sara Dogan ev tişt got: “Kurê min mîna Hz. Yûsûf avêtine bîrê. Ti kesê nabîne, nabihîze. Li girtîgehên tîpa Y hewa û şewqa rokê qet lê nakeve. Di hucreyên yekkesî de, girtî terkî mirinê tên kirin. Baran were jî, dilopek di pencereyê de derbas nabe.”

‘JI BO SIRGÛNÊ PEREYÊ RÊ HEYE, LÊ JI BO SEWQÊ TUNE YE!’

Sara Dogan diyar kir ku sewqkirina wî bi hincetên cur be cur tê redkirin û destnîşan kir ku herî dawî Wezareta Edaletê ji bo sewqkirinê pereyê rê ji wan xwestiye. Sara Dogan got: “Di nivîsa ku ji Wezareta Edaletê hatî de, hat xwestin ku em ji 3 bajaran yekê hilbijêrin û pereyê rê pêşwazî bikin. Helbet me red kir. Çima dema kurê min û hevalên wî hatin sirgûnkirin pereyê rê hebû, lê niha ji bo sewqê pere tune ye?”

‘ÎDAREYA GIRTÎGEHÊ VÎTAMÎNA B NADE, MIRINA WAN DIXWAZE’

Sara Dogan anî ziman ku Rezzan Şengul jî mîna kurê wî di hucreya yekkesî de tê ragirtin û di greva birçîbûnê de ye. Dogan diyar kir ku bi israr vîtamîna B nadin Rezzan Şengul jî û ragihand ku ji ber vê pêkanîna kêfî ya bijîjk, rewşa tenduristiya kurê wê û hevalê wî her diçe xirabtir dibe.

Dogan bilêv kir ku weke malbat wan xwest vîtamîna B pêşwazî bikin, pere razandin û got, “Tevî vê yekê jî doza pêwîst nedan. Dayika Halîl Yakût bi xwe vîtamîna B şand, lê ew jî nedanê. Dema ku min herî dawî kurê xwe dîtî, guhê wî nedibihîst. Destên wî direcifîn. Gelek zeyîf bûbû. Mîdeya wî pir diêşiya. Lê mîna min gotî, îdareya girtîgehê mirina wan dixwaze.”

Sara Dogan banga hestiyariyê li her kesê kir.