Girtîgehên li Marmarayê: Di 3 mehan de 2916 binpêkirinên mafan

ÎHD’ê rapora têkildarî 23 girtîgehan weşand û diyar kir ku girtî rû bi rûyê 2916 binpêkirinên mafan mane. Di raporê de hate destnîşankirin ku herî zêde binpêkirina mafan, li Îmraliyê pêk hatiye.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Herêma Marmarayê eşkere kir. Binpêkirinên di mehên nîsan, gulan û hezîranê di raporê de hene. Rapor, li avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê hate eşkerekirin. Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî û endamên komîsyonê tev li civînê bûn.

Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Meral Nergîs Şahîn diyar kir ku 11 jê ji girtîgehên Herêma Marmarayê bi giştî ji 23 girtîgehan 100 girtiyan serî li komeleya wan dane. Hat destnîşankirin ku ji serlêdanan 30 jê ji hêla girtiyên jin û 70 jî ji hêla girtiyên zilam ve hatine kirin.

Bi domdarî di raporê de hat gotin ku di serî de mafên jiyanê, yê tenduristî û tedawiyê, mafê ragihandinê, yê xweyîbûnê, grevên birçîbûnê, mafên xwegihandina edaletê û darizandina adilane, îşkence, derb û muameleya xerab, bi giştî 2 hezar û 916 binpêkirin hatine tespîtkirin. Di berdewamê de hat diyarkirin ku bi taybet jî li dijî mafê jiyanê binpêkirin hatine kirin û di vê çarçoveyê de 8 binpêkirin çêbûne. Hûrgiliyên binpêkirina vî mafî wiha hatin rêzkirin: “Carekê gefa kuştinê hatiye xwarin, careke hewldana xwekuştinê çêbû, carekê hevalên qawîşê gefa kuştinê xwarin.” Di raporê de hat gotin ku di nava 3 mehên behsa xeberê de 7 girtiyan jiyana xwe ji dest dane.

Di berdewama raporê de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ku 41 meh in tu agahî jê nayên girtin. Hat gotin ku Abdullah Ocalan û girtiyên din nikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bikin. Hat gotin ku di nava 3 mehan de bi giştî 32 serlêdanên parêzer û hevdîtinan hatine redkirin.